Serokê Giştî yê HUDA PARê li Êlihê îda welatîyan pîroz kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Êlihê îda welatîyan pîroz kir.

Yapiciogluyê ku roja duyemîn a Îda Qurbanê li Semsûr û Mereş digel welatîyan derbas kir û îda welatîyan pîroz kir di roja çarem a îdê de çû Êlihê. Yapicioglu li avahîya bajêr a partîya xwe welatîyan qebûl kir û li wê derê îda wan pîroz kir.

Parlementerê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli jî beşdarî bernameya pîrozbahîyê bû. Piştî pîrozbahîyê welatîyan bi Yapicioglu re sûretên xatirayê girtin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Ji wan kesên ku li ser meleseya Narîn Guran a ku winda bûbû HUDA PARê hedef nîşan dabûn re doza sûcê
Serokê Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê Gulsever krîza dil derbas kir
Evîndarên Pêxember: Dem dema li hember îtîfaqa şer damezrandina “Îtîfaqa Qudsê” ye
1 mirî, 9 birîndar 12 binçavî