Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, beşdarî şîna malbata Hamîdîyê bû

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bona ku beşdarî şîna Parlamenterê berê Ataullah Hamîdî ku wefat kiribû bibe hat Êlihê.

Yapicioglu, li Êlihê çû Kûllîyeya Necat Nasiroglu û beşdarî şînê bû.

Mezin û rîspîyên malbata Hamîdîyê Yapicioglu pêşwazî kirin.

Yapicioglu di şînê de tezîya xwe pêşkêşî, Parlamenter û mezinê malbatê Qutbeddîn Hamîdî, Birê wî Ferhullah Hamîdî û Kurê merhum Taner Hamîdî kir, ji bo merhum jî ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji malbata wî sersaxî û sebrê daxwaz kir.

Ji Yapicioglu re, Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Eyup Yanaç, Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli, Serokê Şaredarîyê Davut Şahîn û partîyî hevaltîyê kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû
NY: Em bi fikar in ku pitik ji ber hewaya sar li Xezzeyê biqefilin
Serokkomar Erdogan, Mesrur Barzanî qebûl kir