Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Bi ferman û gotinên ku ji Pensîlvanya û Qendîlê girtine êrîşî me dikin

Zekerîya Yapicioglu yê Serokê Giştî yê HUDA PARê diyar kir ku Tifaqa Millet bi gotinên FETO û PKK HUDA PARê hedef digire û bersiva pirsên derheqê gotinên ne rast yên Kilicdaroglu jî da.

Zekerîya Yapicioglu yê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bernameya "Rehber'de Gundem" a li Rehber TV'yê beşdarî bûbû de derheqê mijarên propagandayên reş ên li ser partîya wî, pêvajoya hilbijartinê û xebatên ku dixwazin li Meclîs'ê bikin daxuyanî da.

Yapicioglu bibîr anî ku ji ber erheja ku di 6'ê Sibatê de pêkhatibû de ew çûne heremê û di wê pêvajoyê de di heqê sîyasetê de tu peyv nekirine, ji bo alîkarî bi erdhejzedeyan bikin xebatan kirine û piştî meha Remezanê dest bi pêvajoya hilbijartinê kirine. Yapicioglu her wuha îfade kir ku kengî ku namzetên serokkomarîyê dîyar bûn ew bêşert û merc biryara piştgirîya Serokkomar Erdogan dan e.

Yapicioglu diyar kir ku ew li bendê bûn ku Recep Tayyîp Erdoganê ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de bû namzetê Serokomariyê yê Tîfaqa Gel di tûra ewil da were hilbijartin lê bi awayekî derbasî tûra duyemîn bû, 4 navên ku ji lîsteyên AK partîyê bûbûn namzetên parlementerîyê hatin hilbijartin û ji bo ku Serokkomar Erdogan di tûra duyemîn de careke din were hilbijartin çi ji destê wan bê wê bikin.

"Di rojeva me de sûnd tune ye, înşellah em ê pirsgirêkên gel li Meclîs'ê bînin ziman"

Yapicioglu diyar kir ku mesrefa xebatên hilbijartinê di warê maddî de pir giran e, di vê pêvajoyê de em bi giştik rêkxistinên xwe li sehayê bûn û piştî ev qas ked û xebatê em ketin Meclîs'ê û armanca me yê li Meclîs'ê jî ne şow e.

Yapicioglu di dewama gotinên xwe de werê got, "Dema ku em derketin rê me got ku HUDA PAR heta niha ji derveyê Meclîs'ê pirsgirêk û bendewarîyên gel wê bibin rojeva sîyasetê. Tiştên ku ne li meqama çareserîyê be jî bê çêkirin hene. Evan jî ewin ku, bendewarîyên gel bê birin kesên ku li meqamên çareserîyê de rûdinin. Partîyeke sîyasî ku hê ne di Meclîs'ê de bû evan tiştan dikir îja piştî vê înşellah wê di Meclîs'ê de hin xurttir pirsgirêk û bendewarîyên gel bêjin û çareserîyan bibînin. Karê ewil ew kesên ku bi dengê gel hatine hilbijartin û hatin şandin Meclîs'ê, piştî 3 rojên ku encamên tekûz hatibe diyarkirin Meclîs bi xwe kom dibe û di rûniştîna ewil de parlementeran sûnd dixwin. Berîya ew sûnd xwarinê parlementer nikarin beşdarî çalakiyên qanûndanînê bibin. Em ne tenê ji bo em derkevin vê qentarê û gel jî bila me hilbijêre ketin vê hilbijartinê. Em ji bo bendewarî û xwestinên gel bi dengeke xurttir li Meclîs'ê bejin beşdarî vê hilbijartinê bûn û em bi şandina 4 birayên xwe ber bi parlementoyê ve biserketin. Di rojeva me de sûnd tune ye, çi hewceyê kirinê be emê wê ya bikin. înşellah em ê pirsgirêkên gek li Meclîs'ê bînin ziman."

"Ji kî were bila were emê li paş pêşniyazên ku ji bo sûda gel û welat e bin"

Yapicioglu diyar kir ku li dewla ku ew ê berê li Meclis'ê çi hilgirin bixebitin, ew ê mijarên ku wê rojê di rojeva milet de hene û daxwazên gel bînin ziman. Yapicioglu werê dewam kir, "Hûn dizanin, yek ji tiştên ku me bere jî gotiye û hema hema hemû partiyên din jî gotiye, pêwîstiya makeqanûna nû ya sivîl e. Di heqê vê de me berê jî serdana partiyên din ên siyasî kiribûn. Lê mixabin her çiqas me hewl da ku em vê yekê bînin rojevê jî bi têra xwe di rojeva siyasetê de cih negirt. Tirkiye ji 40 salan zêdetir bi makeqanûneke cûntayî tê îdare kirin. Em dibêjin bila parlamento bikaribe makeqanûneke xwe çêbike. Pirsgirêkên ciwanî, malbat û perwerdehiyê bi zêde zêde tên ji me re. Înşellah ji bo çareser kirina van pirsgirêkan û pirsgirêkên aborî yên ku dem bi dem derdikevin pêş, hem pêşniyarên me yên çareseriyê û hem jî parlementoyê wê hewldanên me çêbibin. Ji kî were bila were HUDA PAR li paş pêşniyazên ku ji bo sûda gel û welatê ye bin. Ji kî were bila were emê li hember pêşniyazên ku ji bo zirara gel û welatê ye bin. Em ê sîyasetek e dirust û safî bikin. Wê ajandayê me vekirîbe. Sûda gel çi be em ê wê li pêş sûda partî û şexsî bigirin. Şîara me 'Sîyaseta Dirust Edaleta Heqîqî' ye, înşellah em ê heta dawî vê şîarê biparêzin."

"Ji ser me êrîşî Serokkomar Erdogan, ji ser partîyê jî êrîşî bawerîya me dikin"

Yapicioglu di heqê êrîşên li ser HUDA PARê peyivî û got, "Êrîşên ku di tûra ewil a hilbijartinê de li ser HUDA PARê dihat kirin, dibe ku fikra kesên ji ber ku nexwestin em li meclîsê bin rastî êrîşê hat kirin bîne holê. Tûra ewil qedîya û 4 namzetên me ketin Meclîs'ê. Înşellah wê xebatên xwe li wir bikin. Hilbijartina tûra ewil bi dawî bû û ji bo tûra duyemîn tenê hilbijartina serokomariyê ma digel vê yekê çima HUDA PAR hîna di rojevê de ye ev mijareke ku divê bi ciddî bê nirxandin û bersiv bê dayîn. Dixwazin ji ser HUDA PARê Birêz Erdogan xin. Bi ciddî êrîşî me dikin. Seknek sîyasî yê HUDA PARê heye. Em kadroyeke sîyasîne ku me bawerîya xwe danine navenda jiyana xwe û her merheleya jiyanê li gor wê bawerîyê plan dikin û dijîn. Ji ber vê yeke kesên ku pirsgirêka wan bi bawerî, fikriyat û felsefeya me hene û newêrin ku rasterast êrîşî bawerîya me bikin ji ser me êrîşî bawerîya me dikin. Ji ber ku bi hin armancên din ve jî tên cem hev pîva êrîşên wan zêde dibin. Ji dûr ve pir êrîş heye. Hin kesan sufle didin. Qendîl sufle dide. Pir sedemê ku Qendil bibe dijminê me heye. Ji ber sekna me, bawerîya me dijminatîyek heye. Çimkî ewan dixwazin ku gele Kurd ên ku ji xwe re kirine girseya hedef bi temamî bikin ûltra sekuler û civakeke bêbawerî. Ji bo komunîzmê ya ku îdeolojîya wan e di nava Kurdan de belav bikin dixebitin. Me jî li hemberî vê mijarê de astengeke dibinin. Pensîlvanya sufleyek dide. Carinan aqil dide û dibêje 'werê bikin'. Çîmkî em ji êrîşên wan ê bere dizanin. Hevok yekin, ji ber vê yeke ez dibêjim sufle. Ew kesên ku van hevokana bi kar tînin 2 sal bere me hevdîtinan dikir. Hetta zîyaretan li me dikirin, carna me dixwest ku wan ziyaret bikin derîyan li me vedikirin û digotin şerefyar bûn bi zîyareta me niha jî wan sufleyan digirin. Eger ew bi hevokên Pensîlvanya û Qendîlê êrîşî me bikin em jî karin bejin ku ev sufle ye."

"Hin mijarên ku di salên 1990'î de pêk hatine tînin holê û dibejin 'HUDA PAR werê kir, HUDA PAR kujer e'"

Yapicioglu got ku hin partiyên ku di nava Tifaqa Milletê de ne ji ber kar kirina him bi Pensîlvanya him jî bi Qendîl ve û peyam girtinên piştgirîya aşkere di nav şikestîbûnê de ne. Yapicioglu got:

"Hilbijartina tûra ewil jî vê tişta rê me dide. Dema kesên bawer dikirin ku di tûra yekem de ji sedî 60 bi ser bikevin, li dora ji sedî 45 mabûn, dîtin ku hevokên Tifaqa Cumhûr û Birêz Serokkomar ên 'kî bi kê re ne' cihek dît. Ji ber vê yekê, ji bo ser hevkarîyên xwe bigirin gotin ku 'Hûn jî bi HUDA PARê ne'. Temam, lê HUDA PAR partîyeke sîyasîye ku di sala 2012an de hatiya damezrandin. Hin mijarên ku di salên 1990'î de pêk hatine tînin holê û dibejin 'HUDA PAR werê kir, HUDA PAR kujer e'. Eger ku HUDA PAR kujer be û di destê we de delîlek hebe dozgerî li wir e. Ligel vê yekê delîlê we hebe û heke hûn nedin wê çaxê hun di xiyanetê de ne. Ne werê be hun çima van bêbextîyan dikin. Dibejin ku kujer ketine Meclîs'ê. We çima îtiraz nekir ku kujer têkevin Meclîs'ê? We çima tenê propagandayên sîyasî kirin? Ji her derî nejidilbûnî, bêbextî û derew diherike. Wan bawer dikir ku ew ê berdêla xwe bide, lê ji xeynî girseyên wan min kesek li sehayê nedît ku ji wan bawer bike."

"Sala borî ji sedî 15ê gel HUDA PAR nas dikir, bi êrîşan îsal ji sedî 85 jî nas kir"

Yapicioglu gotinên xwe werê domand: "Sala borî, me anketek ku ji hêla şîrketa lêkolînê ya raya giştî da çêkirin. Zanîna HUDA PARê li dor sedî 15 bû. Pirê wan kesan jî bi agahiyên çewt dixwestin ku HUDA PARê nas bikin. Lê belê piştî van êrîşan bernameya partiyê ya HUDA PARê bû yek ji peyvên ku herî zêde di motorên lêgerînê de lê tên lêgerîn. Ez îddia dikim ku tu bernameya partiyê ji aliyê gelek şêwirmend û serokên partiyan ve nehatiye xwendin. Dema ku hinekan dixwînin di wan de fikra 'me neheqî kiriye' çêbûye. Hinekan pir hewldan kirin ku bersiva 'Ez dikarim li ku derê kêmasiyek bibînim' bibînin. Piştî van êrîşan herî kêm ji sedî 85 gel HUDA PAR nas kirin. Ger me di van hilbijartinan de sûda xwe û sûda partiya xwe li pêş bigirta, emê bi logoya xwe di nava tifaqê de biketana hilbijartinê. Yên ku bi dîtina hilbijartinên dawî re dibêjin '150 hezar dengên wan hene'. Ger di van hilbijartinan de HUDA PAR bi logoya xwe biketa belkî ji sedî 3yan bêhtîr deng bigirtana. Lêbelê, gava ku me biryar da, gotina me gotina me ye. Gotina me ne wek gotina Kemal Beg e."

Mijara xwedîderketina li pîrekên bi tena serê xwe dijîn

Yapicioglu li ser mijara " xwedîderketina jinan" ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu anî rojevê jî axivî û got: "Di wê havokê de xeletî tune ye lê berevajîkirin heye. Hin kesên ku hevoka ku Kemal Begê namzedê Tifaqa Milletêye gotibû û digot "Ez soz didim" bihîstin dibêjin "Gelo HUDA PAR tiştekî wiha gotiye." Ciwanan bernameya partiya me ji Kemal beg re şandin e. Li gorî qanûnên heyî mîrasên kesên ku mîrasa xwe nehêlin ji xezîneyê re dimîne. Li ser vê yekê em wek partî dibêjin ku mîrasa kesên ku mîrateyên wan tune ne an jî nayên dîtin bila ji xezîneya dewletê re neyê hiştin, ji feqîran re bê hiştin. An jî divê ji bo foneke ku tenê di warên wek zewaca ciwanên feqîr, xwedîkirina jinên bi tenê dijîn û xwedîkirina sêwiyan de bê bikaranîn. Di vir de ji bo ku mirov bêjeya "xwedîderketinê" weke ku weke mal û milkê bê fahmkirin, divê ku mirov an bêhiş be, an jî bi tirkî nizan be. Ger birêz Kemal ev yek xwendibe û ev wate jê girtibe, ji kerema xwe bila ji namzetiya xwe ya serokkomariyê îstifa bike. Heger vê yekê fêhm nekiribe, di warê jîrî de ne di wê rewşê de ye ku bibe serokkomar. Ger ew fêm kiribe û bi qestî berevajî bike, ew ji hêla exlaqî ve ne jêhatî ye wî karî bike. Di bernameya partiyê ya CHPê de der barê xwedîkirina astengdar, extiyar û zarokên sêwî de îfade heye. Wê demê ew van kesan wekî eşya dibînin? Wê çaxê derkevin û bersiva vê bidin."

"Dixwazin ku bila herkes bawerî bi derewê wan re bînin"

Yapicioglu der barê êrîşên li dijî partiyên xwe yên di dema xebatên hilbijartinê de jî wiha got:"Kesên ku hewl didin beşên cuda yên civakê li dijî me provoke bikin; tiştek armanc dikin, hedefek wan heye. Yek; dixwazin ku bila herkes bawerî bi derewê wan re bînin. Ew difikirin ku eger bûyerên wiha zêde bibin, belkî hejmara kesên ku bawer dikin zêde bibin, hêviyên wan ên wilo hene. Min bîskek berê got, li sehayê tiştekî wisa tune ye. Em bi sed hezar kesî re dicivin; Ji sed hezar kesî 99 hezar û 990 kesan heskirin, hembêzkirin, dua û daxwazên xêrê nîşan didin, lê ji ber ku ev tişt normal in ew ne hêjayî nûçeyan in an jî zêde dernakevin pêş. Lê gava ku ji sed hezar kesî 10 kes bi wan gotegotan bawer dikin an jî dibe ku ji ber ku temaşevanek amade ye ku bawer bike her tiştê ku ew dibêjin, gava ku kesek tevgerek xelet dike ku divê li wir neke, wê dikişînin bike û li ser medyaya civakî biweşînin, hewl tê dayîn ku wêneyekî weke ku hemû civak wisa difikire pêşkêş bikin. Tiştek werê tune ye. Komek li Trabzonê ji aliyê kesekî ve hatibûn provokekirin êrîşî me kirin; hewl da ku alê ji standa ku me li wir ava kiribûn bigirin. Balkêşîyeke wilo heye… li bajareke din di standa me de alek bi metrakek heye, postera Birêz Serokkomar heye û ala HUDA PARê heye. Hazireyek kirine ku ew al di wêneyan de xuya neke ku propagandaya e vana ji alê dûr in ji pirsgirêka HUDA PARê bi alê ve heye bikin. Lê ji berk u wê çaxê kesek din bi goşeyê fireh wêne kişandiye tê dîtin ku aleke wezin di standê de daliqandîye. Zilam ala metreyekê nabîne lê ji bêrîka xwe alek 30 santîm derdixe û dibêje keremkin me al dîyarîyî we bikin. Li Trabzonê tam tersa vê mijarê tên dibêjin ku hun nikarin vê alê li vir daliqînin, çima? Ev al tenê ala te ye? Tişteke werê ecêb. Merivên mezin, kesên ku bi dengê milet hatin hinek meqaman, bêşerm heqaret li hemû Trabzonî kirin û xwestin wek berteka Trabzonê ji raya giştî ya Tirkiyeyê ra bifiroşin. Lê belê ji Trabzonê ji girseya li wir pirtir bi navenda me re têkilî danîn, hinek ji wan jî bi min re peyivîn, bi telefonê, bi şandina peyamekê, gelê Trabzonê ku me li kuçeyên Stenbolê dît digotin ku; "Ew me temsîl nakin, em li ser navê wan lêborînê dixwazin." "Ji bo ku reqîbên xwe bi derewan biperitînin dewamî sufle distînin, her tim piştgirîya medyaya civakî distînin"Yapicioglu diyar kir ku encamên hilbijartinê kîmyaya muxalefetê xera kir. Yapicioglu gotinên xwe de got ku, "Partiyek ku tenê bi derbeyên leşkerî û hêza burokratîk dikare tiştê ku bixwaze bike… partiyek ku meraq dike gelo derfeta wê heye ku bi sîstema parlementerî bibe partiya yekem… tew sîstema seroktîyê hatiye di vê sîstemê de ji bo ku kesek bixwaze bibe serok, bibe îqtîdar, bi destxistina birêvebirinê hewceye ku ji nîvîyê behtîrê dengan bistîne. Dest xistina veya jî muhale gere dengen xwe du qat kin. Di nava sîstemekê werê de cara yekem bi koalisyoneke 6'î-7'î hêvîya wan ê îqtîdarîyê çêbû ye. Têr nekirîye ji derve ji Emerîqayê, ji Înglîstanê, ji Elmenyayê, ji Frensayê, ji Yewnenîstanê, ji Ermenîstanê, ji îsraîlê piştgirî girtine. Piştgirîya guhartina algoritmaya wek Facebook û Twîtterê ji giştik medyaya civakî standine. Têr nehatiye; Qendîl û Pensîlvanya ketiye dewreyê û ji bo ku reqîbên xwe bi derewan biperitînin dewamî sufle distînin, her tim piştgirîya medyaya civakî distînin. Xwe pê bawer kirin, em ê bi sedî 55-60 ve bibin îqtîdar. Dû re hinekan derketine; derewên wan derxistine hole, maskeyên wan rakirine û rûyên wan derxistine ber çavan û hun jî bendene ku evan sekan bin. Nikaribin sekan bin, kîmyayên wan xerabû ye."

Yapicioglu wiha dewam kir, "Vîdeoyeke Can Atakli hebû 2 sal berê li medyaya civakî de hatibû parvekirin. Digot ku ev camêr bi hilbijartinê naçe. Weke tişteke erdhejek pir mezin, şewata daristan çêbibe. Digot yana gel birçî jî bimîne wê dîsa dengê xwe bide Erdogan. Ez bawer dikim ku kesên wek wî bawer dikirin hebû û dema ku ew erdheja çêbû hinekan ji nava xwe dixwestin ku hejmara mirîyan zêde bibe û bi vî awayî bibe wesîla çûyîna Erdogan. Di qada erdhejê da rewşa Semsûrê pir xirab bû. Antakya bûbû bajarê xeyalet. Ji 4 alîyê dînyê alîkarî dihat. Di rojên ewil de hejmara koneyan kêm bû. Min ji rayedaran re pirsî 850 hezar mal hilweşîya bû. Bi teva vana kesên ku mala wan xisara giran dîtibûn jî hebûn. Lê belê di destê Tirkiyeyê de 206 hezar kon hebûn. Arazî ew qas fireh bû ku gihîştina di heman demê de nemimkin bû. Pir dereng çûn hin deran. Piştî ku komên lêgerîn û lêpirsînê ji derveyê welat hatin îja li ser her enqazekê komek çêbû. Dema ku hilweşaneke bi vî rengî çêbû xwe qanikirin ku hikûmet wê biçe."

"Dev jî doza girtina HUDA PARê berdin, tu tiştekî tuneye ku di heqê partîyê de doza girtinê vebe"

Yapicioglu destnîşan kir ku partiyeke siyasî çi desthilatîyê wê jî hebe, nikare partiyeke din a siyasî biqedîne. Yapicioglu, "Ev 11 sale HUDA PAR di nava jiyana sîyasî ya Tirkiyeyê de hebûna xwe didomîn e. Heta niha tu çalakîya sîyasî yên rayedarê HUDA PARê ku ji bo partiyê kiribe û ji ber vê lêpirsînek çêbûbe tune ye. Di heqê doza girtina partîyên sîyasî de Serdozgerîya Komara Dadgeha Bilind kare doz veke, diyar e ku di bin kîjan şert û mercan de der barê partiyên siyasî de dosyaya girtinê bê vekirin. Ev biryara jî ne meqamên sîyasî, Dadgeha Makeqanûnê kare bide. Dev jî doza girtina HUDA PARê berdin, tu tiştekî tuneye ku di heqê partîyê de doza girtinê vebe. Tu tevgereke HUDA PARê ku nedadmen be tune ye. Şoperêça HUDA PARê di rêyên neqanûnî de tune ye. Di nav wan kesên ku der barê HUDA PARê de derewan kirin û gotinên herî mezin anîn ziman de yên ku heta 2 sal berê gelek caran bi HUDA PARê re axivîn jî hene. Hin partîyên ku hevdîtinên me dewam dikin jî hene. Tiştên ku aniha dikin him dixwazin ber bi HUDA PARê ve bigirin him jî ji ser HUDA PARê namzetê Serokkomarîya 13emîn Bîrêz Erdogan û Serokkomarê mewcûd xin ku gelo dibe ku em îqtîdar ji deste wî bigirin? Bi rastî di tûra ewil de vê ya dîtin; dema ku ew hêrsok bûn, êrîş kirin winda kirin."

"Pîrek bixwaze bixebite bila bixebite lê belê bêxebat li malê zarokên xwe binêre ew jî xebatek e"

Yapicioglû behsa pêşniyarîya xwe yê ji bo teqawîtbûnê jinên ku 25 sal in zewicî ne kir û got ku, "Sazîya malbatê girîng e. Em pir caran girîngîya sazîya malbatê tînin ziman û em bi veya bawer dikin; di nava civakê de ku hûn saziya malbatê ji holê rakin an jî hilweşînin, saziyek din li şûna wê hûn saz bikin tuneye, hûn ê civakê hilweşînin. Sazîya malbatê di bin êrîşeke pir zêde ye. Di hedefa hin rêbazên bêexlaqî yên rojavayê de jî malbat heye. Tiştê ku hin siyasetmedar bi piştgirîkirina wan hewl didin bikin, bi rastî jî cûreyek hilweşandina malbatê ye. Em dibêjin ku sazîya malbatê xurt bikin, teşwîq bikin. Wek mînak di bilbordan de hin wadên CHP hebûn, 'ji pîrekên hevberdanê re ev qasî piştgirî' e teşwîqa hevberdanê ye.Em jî di bernameya partîyê de dibêjin ku; ji pîrekên ku hevberdane yan jî ji ber ku zilamên wan mirine û bî man e re piştgirî bê kirin ev tiştek cûda ye, lê gotina 'evqas piştgirî ji jinên berdayî re' tê wateya tiştekî din jî. Me ji jinên ku ev 25 sal in zewicî ne re got ku mezinkirina nifşên pêşerojê ji bo siberoja civakê ji xebata li her kargeh û çandiniyê ne kêmtir e. Ger hûn nifşên pêşerojê mezin bikin an kesek vî karî bike, divê hûn vêya bikin. Keda jinê ya li malê ji keda ku 7-8 seetan li derve dide ne kêmtir e. Di wan de mefhuma mesaîyê, betlaneyên dawiya hefteyê, ne tiştek, bi şev û roj dixebitin. Ger pîrek bixwaze bixebite bila bixebite lê belê bêxebat li malê zarokên xwe binêre ew jî xebatek e. Bila dewlet prîma pîrek ku vî karî dike bide, tu prîmekê jê nestîne." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin