Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu bi Serokê Giştî yê KDPê BarzanÎ re hevdîtin kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê kû ji bo hin têkilîyan bike çû bû Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê, bi Mesûd Barzanîyê Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdîstanê (KDP) re hevdîtin kir.

Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ya Xê parvekirinek kir û got bi Barzanî re li Hewlerê hatine cem hev, li ser têkilîyên dualî û geşedanên herêmî nirxandinan kirine û hevdîtineke bi berdar kirine.

Yapicioglu ji bo pêşwazîya jidil û mêvanperwerî teşekkurî Barzanî kir.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di çarçoveya têkilîyên li Hewlêrê Navenda Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdîstanê (KDP) kir. Yapicioglu û heyeta pê re ji aliyê Sekreterê Giştî yê KDPyê Fazil Mîranî û berpirsên partiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Di ziyaretê de Yapicoglu bi Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Êlihê Serkan Ramanli, Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, Endamê Lijneya Şêwirmendiya Navendî ya HUDA PARê Nasuh Sevînîk, Nûnerê HUDA PARê yê Hewlêrê Abdussamed Yalçin re gerîyan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman derheqê doxtorên ku ji Xezzeyê re şandin de daxuyanî da
Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyarîya berfa “tund” da
Li Qosera Mêrdînê serwîsa xwendekaran û cîpekî li hev qelibîn: 11 birîndar
Berdevkê HUDA PARê Ramanli beşdarî danişîna "Narîn Gûran" bû
Ji bo bakur hişyarîya berfê hat dayîn