Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Em bûyerê dişopînin, em hêvî dikin ku bûyer di her warî de tam ronî bibe

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, derheqê êrîşa ku li dijî Serokatîya Bajarê Edeneyê yê HUDA PARê hat kirin de li ser medyaya civakî peyameke ku bûyerê lenet dike belav kir.

Bûyer, doh di seat 17.40an de di Serokatîya Bajarê Edene yê HUDA PARê de qewimîbû.

Du kesên ku ketibûn nav avahîyê, bi sator û kêran li dijî Serokê Bajêr Salîh Demîr û Sekreterê Bajêr Sacît Pîşgîn ên ku li ser nimêjê bûn re êrîş kirin.

Sacît Pîşgînê ku di bûyerê de giran birîndar bûbû, di nexweşxaneya ku hatibû rakirin de şehîd bû. Hat hînbûn ku Demîr jî li nexweşxaneyê ye û rewşa wî baş e.

Derheqê êrîşê de heta niha mirovekî yê bi navê A.S. (1951-Edene) ji teref polêsan ve hat binçavkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li ser hîsabê xwe yê Twîtterê weha got:

“Înna Lîllahî we Înna Îleyhî Racîûn.

Em hemû aîdê Xwedê ne û bê guman vegera me jî ji Wî re ye.

Birayê me Sacîd Pîşgînê Sekreterê Bajêr yê Edeneyê dema ku li ser nimêjê ye dûçarê êrîşê dibe şehîd bû, tedawîya birayê me Salîh Demîrê Serokê Bajêr berdewam dike. Ji şehîdê me re bira rehmet be. Ji qatil an jî qatilan û hêzên tarî yên ku li pey ev êrîşa necis in re dibêjin; ji wan kesên ku partîya me, birayên me hedef dane nîşandan re lenet be. Ji serokê me Salîh re şîfa lezgîn daxwaz dikim.

Em bûyerê dişopînin, em hêvî dikin ku bûyer di her warî de tam ronî bibe." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Libnanê hejmarê mirîyan zêde dibe
Li Sêwasê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat
Li Efyonê otobûsa gerê qulibî: 22 birîndar
Di teqîna tankera sotemenîyê ya li Nîjeryayê de hejmarê mirîyan derket 147 kesan
Li Wanê di navbera du koman de bi dar û keviran şer derket