Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Ez Menderes û hevalên wî bi rehmet yad dikim; zîhnîyeta derbekar lenet dikim

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, di salvegera îdamkirina Serokwezîr Adnan Menderes de peyamek belav kir û weha got, “Menderes û hevalên wî, di 63emîn salvegera îdamkirina wan de careke din bi rehmet yad dikim."

Yapicioglu li ser hîsaba xwe ya Xê peyamek parve kir û bibîr xist ku 17ê Îlonê, 63emîn salvegera bûyereke ku di dîroka Tirkîyeyê de wek lekeyeke reş hatîye nivîsandin e.

Yapicioglu îfade kir ku Serokwezîr Adnan Menderes, piştî rojekî Wezîrê Karên Derve Fatîh Ruştu Zorlu û Wezîrê Darazê Hesen Polakan, di 17ê Îlona 1961an de hatibû îdamkirin, weha got:

“Endamên pişt zêhnîyeta Derbeya 27ê Gulana 1960an, 27ê Gulanê wek şoreşek dibînin. Makeqanûna 1982yan a ku hilberîna 12ê Îlonê ye û xwedîyên vê zêhnîyetê jî wek “derbe” dibînin di demên dawîn de bi dil û can tê parastin, ev jî ji ber serdestbûna genên wan ê derbekar e.

Ez Serokwezîr Adnan Menderes û hevalên wî yên ku bi zilm hatine qetilkirin, di salvegera 63emîn a îdamkirina wan de cardin bi rehmet yad dikim; derbekarên zalim, alîgirên wan û zêhnîyeta derbekar bi şîdet telîn dikim.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

El Cezîre: Ji cîhazên ku li Libnanê teqîyan re ji berê ve teqemenî hatin bicîhkirin
Li 44 bajaran operasyona Narqoçelîk-39 hat lidarxistin: 293 binçavî h
Li Rihayê bi xebatên HUDA PARê malbatên neyar li hev hatin
HUDA PAR: Sedema polîtîkayên ku bi îftîrayan li dijî partîya me têne kirin sekina me ya li hember wehşetîya sîyonîstan e!
Bernameya fînalê ya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş E” wê li Dîyarbekirê bê tertîpkirin