Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Kurdistanê zîyaretan li dar xist

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Herêma Kurdistanê zîyaretan pêk anît, di zîyaretê de Serokê Giştî yê PDKê Mesud Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hat cem hev.

Li ser hîsaba medyaya civakî ya HUDA PARê hat daxuyandin ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi Serokê Giştî yê PDKê Mesud Barzanî re hevdîtinê kir.

Di hevdîtinê de; pêvajoya dawîn a meseleyên li Tirkîyeyê û meseleya Sûrîyeyê hat axavtin.

Yapicioglu, xeyn Mesud Barzanî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hat cem hev û hevdîtinek kir.

Di hevdîtina ku di nav hewayekî germ de hat kirin de, derheqê pêvajoya çareserîya li Tirkîyeyê û gavên ku ji bo çareserîyê bêne avêtin de danûstandina fikran hat kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qumarê de zirarên cidî yên psîkolojîk û civakî hene
Pêdiviya vî welatî bi HÜDA PARê heye
1 jê giran 3 kes birîndar bûn
Li Bedlîsê rêyên 35 gundan ji ber berfê hatine girtin
2 otomobîl zirar dîtin