Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Ozgur Beg! Ez ê ji te re pirsek bipirsim!

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re bang kir û weha got, “Ozgur Beg! Ez ê ji te re pirsekî bipirsim! Dema ku tu nikaribî bersiva wî bibînî tu dikarî kopî bikşînî.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî ji Ozgur Ozel re pirsek pirsî û bang kir:

“Ozgur Beg!

Ez ê ji te re pirsekî bipirsim. Dema ku tu nikaribî bersiva wî bibînî tu dikarî kopî bikşînî. Lê tu ji bêkêrên derdora xwe bipirsî dibe ku te bikin nav xeletîyê.

Pirs ev e:

‘Îlkeyên Neteweperestî, Gelparêzî, Dewletperestî, Laîklîk, Şoreşgerî prensîbên serekê yên CHPê ne… Em ê van 6 îlkeyên ku wek hewceyên dewra Yek partîtîyê hatîye hesibandin û ji Makeqanûnê re hatîye zêdekirin wê ji Makeqanûnê derxînin.’ Gotinên kîjan partîye ku di beyannameya hilbijartinê de qal kirîye.

Dema îmtîhanê, ji ber zorîtîya pirsê 72 seat e.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Berdevkê HUDA PARê Ramanli beşdarî danişîna "Narîn Gûran" bû
Ji bo bakur hişyarîya berfê hat dayîn
Berdevkê HUDA PARê Emîroglu: Divê îzolekirina tam a rejîma terorîst a sîyonîst bê temînkirin
Danişîna duyemîn a doza qetilkirina Narîn Guran dest pê kir
Di balafira ku li Qazaxistanê ket xwarê de 38 kesan canê xwe ji dest dan