Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu beşdarî merasîma cenazeyê ya Henîyye bû

Hat ragihandin Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu digel heyeta bi xwe re beşdarî merasîma cenazeyê ya Henîyye bû.

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî yê HAMASê li Tehran paytexta Îranê di dema ku li mala ku lê bêhna xwe dida bû ji teref siyonistên terorîst ve hat şehîdkirin. Cenazeya Şehîd Îsmaîl Henîyye ji bo bê definkirin hat şandin Dohaya paytexta Qatarê.

Rayedarên gelek welatan beşdarî merasîma cenazeyê ya Şehîd Îsmaîl Henîyye bûn. Yek ji wan rayedarên ku beşdarî merasîmê bû Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bû.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu digel Wekîlên Serokê Giştî Şahzade Demîr, Xalef Yilmaz, û Alîkarên Serokê Giştî Serkan Ramanli û Faruk Dînç pêkve beşdarî merasîmê bûn.

Şehîd Îsmaîl Henîyye piştî merasîma ku hat lidarxistin li bajara Lusaîlê hat definkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar