Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Ya Heyyû Ya Qeyyûm! Bi xeberên mizgîn êşên me sivik bike

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku destnîşan kir ew ji serokê bajêr yê Mereşê, pîreka wî û 5 zarokên wî xeberê nikarin bigrin weha nîyaz kir, “Ya Heyyû Ya Qeyyûm! Wexta me ya ku em şînê bikin tineye, bi xeberên mizgîn êşên me sivik bike.”

Yapiciogluyê ku di roja ‘ewil yê erdhejê de bi tevî hemû teşkîlatê partîya xwe li bajarên ku ji erdhejê tesîrdar bûne zîyaretan dike peyama, “Em ê tev bi hev re birînên xwe derman bikin.” Da.

Yapiciogluyê ku bîr anît ku serokên Baskên Ciwan û Baskên Pîrek yê Bajêr yê Semsûrê yê HUDA PARê rehmet kirine, got ku ew ji Nusrettîn Udurgucuyê Serokê Bajêr yê Mereşê, pîreka wî û 5 zarokên wî hêna jî xeberê nikarin bigrin.

Yapiciogluyê ku li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî belavek belav kir weha got:

“Nusrettîn Udurgucuyê Serokê Bajêrê me yê Mereşê, pîreka wî û zarokên wî hêna jî xeber ji wan tineye. Xwedê mihafeze bike û bi lez mizginîya ku ew ji bin enqazê hatine derxistin bide me. Ya Heyyû Ya Qeyyûm! Wexta me ya ku em şînê bikin tineye, bi xeberên mizgîn êşên me sivik bike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin