Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enver, Qeredaxî pîrozkir

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enwer Kiliçaslan, Prof. Dr. Elî Qeredaxî yê ku ji Serokatîya Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê re hat hilbijartin pîroz kir û makêta Qubbetu’s Sehrayê dîyarî kir.

Doh li Dohaya Qeterê Sazîya Giştî ya 6em a Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê hatibû tertîpkirin û tê texmînkirin ku ew ê di 11ê Çileyê de dawî bibe.

Ji Sazîya Giştî ya 6em a Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê re ji 80 zêdetir welatî ji 2 hezarî zêdetir alim, aqilmend û akademîsyen beşdarî bûn.

Ji damezrînerên yekîneyê Sekterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê Elî Muhyîddîn El-Qeredaxî, doh bi yekîtîya dengdanê ji serokatîya yekîneyê re hat bijartin.

Qeredaxî, ji dengdanan ji sedî 91an stand û bû serokê yekîneyê.

Ji kongreyê re lijneyeke ÎTTÎHADUL ULEMAyê jî di bin serokatîya Mele Enwer Kiliçaslan de beşdarî bû.

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enwer Kiliçaslan, Prof. Dr. Elî Qeredaxî yê ku ji Serokatîya Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê re hat hilbijartin pîroz kir û makêta Qubbetu’s Sehrayê dîyarî kir.

Mele Kiliçaslan li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî weşanek parve kir û di weşana xwe de weha got, “Ez Prof. Dr. Elî Qeredaxî yê ku ji Serokatîya Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê re hat hilbijartin pîroz dikim û daxwaz dikim ku bila ji xêrê re bibe wesîle.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli mexdûrên erdheja Semsûrê ziyaret kir
Lijneya HUDA PARê li Hetayê bajarên konteyniran zîyaret kir
Karwana Hêvîyê ji kesên hewcedar ên Wanê re alîkarîya pereyan kir
Li Hîndistanê di festîvalê de fîl êrîşê mirovan kir: 17 birîndar
Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar