Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê banga “xebatkarên dildar” kir

Cengîz Kurtaranê Serokê Giştî yê Karwanê Hêvîyê bang li xelkê kir da ku werin di bin bavê Karwana Hêvîyê de ji erdhejzedeyan re bibin alîkar.

Ji ber du erdhejên mezin ên ku navendên wan Mereş bû li 10 bajaran zirareke mezin pêk hat ku yek ji wan bajaran jî Semsûr e.

Ji roja ewil a erdhejê ve dildar û endamên Karwana Hêvîyê hewl didin ji derdê erdhezedeyan re bibin derman û birînên wan derman bikin. Xebatên ku ji 6ê Şibatê ve li Semsûrê hatin destpêkirin di meha Remezanê de jî bênavber berdewam dike. Endam û dildarên Karwana Hêvîyê ji bo xwarina fitarê ya erdhejzedeyan heta nîvê şevê dixebitin. Cengîz Kurtaranê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê bang li xelkê kir da ku werin di bin bavê Karwana Hêvîyê de ji erdhejzedeyan re bibin alîkar.

Kurtaran di berdewama banga xwe de destnîşan kir heta îxtîyac hebe em ê li vê derê xizmetê bidin û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji wan kesên ku dixwazin li sehayê ji me re bibin alîkar, serî li weqfa me bidin,bibin dildar û werin di bin banê Karwana Hêvîyê de ji erdhejzedeyan re bibin alîkar.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin