Serokê Giştî yê Weqfa Karwanê Hêvîyê Kurtaran: Heta ku em birînên birayên xwe yên erdhejzedeyan derman bikin wê li alîyê wan bin

Weqfa Karwanê Hêvîyê ya ku piştî erdheja 6ê Sibatê li herêmên erdhejê xebatên xwe didomîne, di meha 7emîn a erdhejê de sekina xwe ya li alîyê erdhejzedeyan didomîne.

Serokê Giştî yê Weqfa Karwanê Hêvîyê Cengîz Kurtalanê ku li Semsûrê xebatan lêkolîn kir, diyar kir ku ew xebatên xwe didomînin.

Kurtaranê ku diyar kir ew heta ku birînên erdhejzedeyan derman bikin wê li alîyê wan bin, ji rayedarê Karwana Hêvîyê ya Semsûrê Muharrem Koçuşagiyê derheqê xebatan de agahîyan girt.

“Heta ku birînên birayên xwe derman bikin em ê li alîyê wan bin”

Kurtaranê ku ji xebatên belavkirina xwarinê a ji erdhejzedeyan re beşdarî bû weha got, “Em wek Karwanê Hêvîyê ji roja ewil a erdhejê ji alîkarîya birayên xwe re micadeleyê kir. Hevalên me ji Karwana Hêvîyê re ku di erdhejê de zerarê dîtibûn re cîheke nû girtin. Niha xebatên li vê derê tê kirin ji sehayê re jî ji li vê derê tê belavkirin. Em bi navendî xebatên li vê derê ji nêz ve dişopînin. Bi tevî şopandina ji nêz ve em ê bi îzna Xwedê heta ku birînên birayên me bên dermankirin wê li vê derê bin. Ji welatîyên me yên ku di konan de, di konteyniran de dimînin re belavkirinên me didome. Niha bêkarî jî gelek zêde ye, ji ber vê yekê em jî mexdurîyeta ku li vê derê ye bê rakirin dixebitin.”

“Em ê alîkarîyên qirtasîyeyê ji zarokên xwe yên li vê derê re bighêjînin”

Kurtalanê ku diyar kir bi nêzhatina vebûna dibistanan ew ê dest bi xebatên belavkirina qirtasîyeyê jî bikin weha got, “Me derheqê vebûna dibistanan a di meha Îlonê de xebatên xwe da destpêkirin. Em ê ji zarokên xwe yên li vê derê re alîkarîyên qirtasîyeyê bighêjînin. Wek her demê ji bona hewcedarîya li vê derê bê bicîhanîtin lazimatîya me ji xêrxwazan re zêdetir heye. Em di vê alîyê de jî ji wan li hêvîya alîkarîyê ne. Bi îzna Xwedê em ê ji derheqê van lazimatîyan de di navbera xêrxwaz û mihtacan de wezîfeya pirê bibînin û wan lazimatîyan bi cîh bînin. Birayên me yên li vê derê jî bi dildarî şev û roj xebatên li vê derê dişopînin. Bi îzna Xwedê ew ê xebatên me bidomin. “ (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin