Erbaş di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew derbarê hewadîsa ku pêk hatiye de gilîdar bûne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji teref rayedaran ve derheqê wan kesên ku vê tiştê qirêj û provakatîf kirine û derheqê wan kesên ku vê yekê ji ser medyaya civakî parvekirine de lêpirsîn hat destpêkirin. Em ê bibin şopînerê vê meselê.”