Serokê PDKê Mesûd Barzanî: Eger pirsgirêk bi diyalogê neyên çareserkirin, dê encam şer û wêranî be

Serok Mesûd Barzanî di pêşwaziya şanda Qeterê de amaje bi çareserkirina pirsgirêkên navçeyê bi rêya diyalogê kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Mesûd Barzanî, Serok Mesûd Barzanî li cihê xwe yê li Selahedînê pêşwaziya şanda bilind a bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê Ehmed Bin Hesen El Hemed kir.
Balyozê Qeterê yê Iraqê Sultan Bin Mubarek El Kubeysî û Serkonsolosê Hewlêrê Huseyîn Bin Elî El Fezale jî di şandeyê de amade bûn.Her li vê hevdîtinê de, di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê û metirsiyên li ser aramî û asayîşa navçeyê de, nêrînên xwe danustandin.
Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku diyalog baştirîn rê ji bo çareserkirina kêşeyên navçeyê ye û amaje bi wê yekê jî kir ku ji bilî diyalogê her nêzîkatiyek din dê bibe sedema şer û wêraniyeke mezin.Tûrîzm, aborî û pêşxistina peywendiyên baş di her warî de di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê ji mijarên civînê bûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Neçirvan Barzani bugün Ankara'ya geliyor
Kürdistan Parlamento seçimleri planlandığı tarihte yapılacak
Kürdistan Bölgesi'nde okullar tatil edilecek
Suudi Arabistan'a umre için giden Kürdistanlı ziyaretçiler dönemiyor
İlişkilerimizi her açıdan geliştirmek istiyoruz