Di hevdîtinê de “meseleyên herêmî û kurewî, projeya rêya pêşveçûnê û micadeleya bi terorê re” hatin gotubejkirin.
Serokkomar Erdogan îfade kir ku Projeya Rêya Pêşveçûnê ji bo Iraq û Tirkîyê muhîm e, ew ê desteka Tirkîyê ji bo projeyê bidome.
Erdogan îfade kir ku micadeleya bi PKK/PYD/YPGê re a hevpar ji bo hizûr û îstîqrarê muhîm e.
Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî amade bû. (ÎLKHA)