Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê balafira Ukraynayê ya ku hat diyarkirin “bi xeletî” hatiye xistin xwarê de daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin.
Rûhanî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “ Di vê pêvajoyê de ji ber xetayeke însanî mûşekek hat avêtin û facîayeke ku bû sedema mirina bi dehan kesan. Ev ne meseleke ji rêzê ye. Tahqîqata derheqê facîa û failan de berdewam dike. Divê derheqê berpirsên vê bûyerê de lêpirsîna pêwîst bê kirin. Her wisa ji bo ku cardin tiştên wisa pêk neyên kêmasî bên tedarikkirin.”
ÎLKHA