Sersala Hîcrî sibê ye

1ê Miharremê yê ku bi destpêka Teqwîma Hîcrî ya ku bi hîcreta Hezretî muhammed ji Mekkeyê çûye Medîneyê dest pê dike, sibê di navbera Misilmanan de bi bernameyên curbecur ew ê were pîrozkirin.

Hîcreta ku ji bo Misilmanan cîhê wî cîheke cuda ye, di dîrokê de rûpeleke nû vekirîye. Di dewra xelîfetîya Hezret Omer de, roja ku hîcret pêk hatîye, bi pêşnîyarîya Hezretî Alî destpêka teqwîma hîcrî hatîye qebûlkirin. Ji wê rojê pê ve di alema Îslamê de 1ê Miharremê, destpêka teqwîma hîcrî hatîye qebûlkirin.

Roja ewil a meha Miherremê ku sersala hîcreta ji Mekkeyê çûndina Medîneyê a Hezretî Muhammed e, wek sersala hîcrî, di nav Misilmanan de bi bernameyên curbecur ew ê bê pîrozkirin.

Meha Miharremê, bi tevî destpêka Teqwîma Hîcrî, rojî girtina di serê vê mehê, orteya wî û dawîya wî de gelek fezîletdar e û ev fezîletên wê jî di gelek hedîsên Pêxemberê me de derbas dibe. Ji ber vê yekê rojî girtina sibê gelek xêr e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ÎTTÎHADUL ULEMA: Îro dest bi Hevdîtina Aliman a 9emîn dike
Li Herêma Kurdistanê dibistan ew ê bêne tetîlkirin
Li başûrê Libnanê ji sîyonîstan re zayîadên mezin tên dayîn
Guterres: Li Libnanê ew ê encamên xeraker a herba komî hebin
WHO: Li Libnanê sîstema tenduristîyê hildiweşe