Şewatên li Koreya Başûr nayê kontrolkirin

Şewata ku li herêma Hadonga başûrrojhilata Koreya Başûr dest pê kir, nayê vemirandin ji ber vê yekê şênîyên herêmê têne tehlîyekirin.

Rayedarên Serwîsa Daristan a Koreya Başûr, daxuyandin ku li herêma Hadongê şewata daristanê dest pê kir.

Rayedaran, ji şênîyên herêmê re talîmata tehlîyeyê dan.

Rayedarê Bireveberîya Afeta Wezareta Karên Hindir Lee Han-kyung, destnîşan kir ku ew ê vê hefteyê bayên dijwar çêbibin, ji ber vê yekê hişyarî da ku rîskên şewatên nû hene.

Hikûmeta Koreya Başûr, li herêmên başûrrojhilat ku di nav de bajara Ulsan, û wîlayetên Gyeongsanga Bakur û Gyeongsanga Başûr jî hene ji ber şewatên ku di 21ê Adarê de dest pê kiribûn rewşa afet a netewî îlan kir.

Li giştîyê welat li 16 cîhên cuda îxbarên şewatên daristanê hatin dayîn û bi hezaran hektar herêm bûn wek xwelîyê.

Di encama şewatan de 31 kesan canê xwe ji dest dan, 45 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe