‘Şêx Seîd dixwest li Diyarbekirê şûraya neteweyî bicivîne’

Bi munasebeta 87. salvegera Serhildana Şêx Seîd (13ê Sibatê 1925), em bi neviyê Şêx Seîd Abdulillah Firat re li ser jiyana Şêx Seîd axivîn. Firatê ku di salên 1990î de parlementerê Partiya Refahê bû, derbarê jiyana Şêx Seîd, aliyên wî yên nayên zanîn, têk

Amed (Rûdaw) – Bi munasebeta 87. salvegera Serhildana Şêx Seîd (13ê Sibatê 1925), em bi neviyê Şêx Seîd Abdulillah Firat re li ser jiyana Şêx Seîd axivîn. Firatê ku di salên 1990î de parlementerê Partiya Refahê bû, derbarê jiyana Şêx Seîd, aliyên wî yên nayên zanîn, têkiliya Şêx Seîd û Ataturk de agahiyên girîng dan. Firat herwiha derbarê nêrîna îslamî û Kurdistanî ya Şêx Seîd de agahiyên balkêş dan û îdia kir ku Şêx Mehmûdê Berzencî û Şêx Seîd ji heman malbatê ne.

Mistefa Kemal Ataturk û Şêx Seîd hev li ku dibînin?

Abdulillah Firat: Kemal di dema Dewleta Alî Osman de hate Diyarbekirê û bû 7. Fermandarê Kolorduyê. Ew çax rewşa Xanedana Osmaniyan pir zeîf bû. Mistefa Kemal çû Trablûzê, ji wir hat aliyê Sûriyê, ji Helebê hate Diyarbekirê û bû fermandarê kolorduyê.

Ataturk û Şêx Seîd hev li Diyarbekirê dîtin?

Abdulillah Firat: Belê. Li Diyarbekirê şêx, serokeşîr, rûsipî, dewlemendên Kurdan li hev dicivîne, bi hinekan re dostanî datîne. Bi hinekan re dibe kirîv, bi hinekan re dibe xizim. Bi wan re îrtîbateke manewî çêdike. Her yekî bi tiştekî xapand û kir mirovê xwe. Bernameyeke wî li ser Kurdan hebû. Bernameya xwe ya li ser Kurdan ji Diyarbekirê da destpêkirin, gav bi gav ev bername bi cih anî.

‘Selçûkî hatin ketin welatê Kurdistanê û pê re mezin bûn’

Di bernameya Ataturk de çi hebû?

Abdulillah Firat: Wî dizanibû wextê Kurdistan tune be, ne Osmanî çêdibe û ne jî dewleteke din çêdibe. Osmanî giş 300-400 çadir bûn. Miletê kurd ew kirin xwedî dewlet. Kurd nebûna, Tirk tune bûn. Alparslan lêxist hate Melazgirê, mala wî xira kiribûn. Lê deh hezar Kurd li hepsên xwe siwar bûn û ew ji vî halî xilas kirin. Selçûkî hatin ketin welatê Kurdistanê û pê re mezin bûn. Eger ji Kurdan nebûya, artêşa Şah Îsmaîl xwe digihand Stenbolê. Yavuz Sultan Selîm pê nedikarî. Bi quweta Kurdan, li hemberî Şah Îsmaîl bi ser ket.

‘Mistefa Kemal dema hate Diyarbekirê, li ser navê padîşahên Osmaniyan têkiliyên xwe xurt kirin’

Em bên ser hevdîtina Şêx Seîd û Mistefa Kemal…

Abdulillah Firat: Mistefa Kemal dema hate Diyarbekirê, li ser navê padîşahên Osmaniyan têkiliyên xwe xurt kirin. Xelkê vê derê dibêjin malbata Şêx Seîd malbateke pirr berfireh û navdar e. Xelk siyaneta wan digre, qedr û qîmeteke mezin dide wan. Şêx Seîd jî li Xinisa Erziromê dimîne. Jê re dibêjin “Heta ku tu neynî, pê re îtifaq nekî, tu nikarî netîceyek bigrî.” Xeber didin Şêx Seîd efendî û ew tê Diyarbekirê. Li kolorduyê civînekê çêdikin. Di vê civînê de armanca Mistefa Kemal fêm dike.

Armanca Mistefa Kemal çi bûye?

Abdulillah Firat: Mistefa Kemal li ser Şêx Seîd efendî bîatê ferz dike. Mistefa Kemal dibêje “Eger hûn ji min re bîat bikin, ez ê li vir hikûmetekê çêbikim”. Şêx Seîd efendî dibêje ev yek xelet e. Niha xanedana Alî Osmanan heye, em di muqabilê wan de nikarin tiştekî qise bikin. Ji Ataturk re dibêje eger armanca te têkoşîn be, tu xelkê Selanîkê yî, Stenbol di bin dagirkeriyê de ye, here Stenbolê rizgar bike. Em Kurd jixwe li vir têra xwe hene, em dikarin xwe rizgar bikin. Hemû şêx û girgirên Kurdan li hemberî Mistefa Kemal bîat dikin, lê Şêx Seîd li ber Mistefa Kemal bîat nake.

Piştre çi dibe?

Abdulillah Firat: Şêx Seîd dema ji civîna kolorduyê derdikeve, li ber derî Mehmet Begê Lîcê dibîne, jê re dibêje “Mehmed Beg, dirûma min bû dirûma Hz. Huseyîn. Min jê re bîat nekir, ew muheqeq min dikuje.” Şêxtî, ilm, şexsiyet û ticareta Şêx Seîd efendî ne mîna şêxên Kurdistanê ye. Nêzî 400 medreseyên girêdayî Şêx Seîd efendî hebûn. Nêzî 500 heb tekeyên wî li Kurdistanê hebûn. Ew tim di bin kontrola wî de bûn. Medreseyên xwe daîm teqîp dikir. Şêx Seîd seranserê Kurdistanê, Erebistan û Îranê digeriya, mirşid bû. Îrtîbata wî bi hemû derdoran re hebû. Xetîbekî pir baş bû. Pir zane bû. Ji ber vê yekê hemû armanc û niyeta Mistefa Kemal fêm kiribû.

‘Şêx Seîd efendî di eniya Pasînê û Melazgirê de li hemberî Rûsan şer kiriye’

Berê qet tecrûbeya şer a Şêx Seîd hebû?

Abdulillah Firat: Wextê Rûs hatin ketin Kurdistanê. Hikûmeta rûsî heta Bîngolê hat. Şêx Seîd efendî ew çax di eniya Pasînê û Melazgirê de li hemberî Rûsan şer kiriye, têkoşiyaye, parastin kiriye. Li eniya şer, di nava alayên Kurdistanê de sekiniye, têkoşîneke mezin daye. Îrşat kiriye, nesîhet kiriye, ew motîveyên şer kirine. Ew ji şer re hazir kirine. Derbarê muhafezeya welat de, ew hişyar kirine.

‘Lê yek mezinên Kurdistanê jî ew çax xebera Şêx Seîd nakin, guh nadinê’

Haya Şêx Seîd ji kongreya Erziromê hebû yan na?

Abdulillah Firat: Jixwe mexlûbiyeta xelkê Kurdistanê bi Kongreya Erziromê çêdibe. Eger di Kongreya Erziromê de xebera Şêx Seîd bikirana, Kurd mexlûb nedibûn. Wextê kongreyê de ji Şêx Seîd re xeber tê. Dibêjin Mistefa Kemal bi navê padîşah tê, li Erziromê kongreyê çêdike. Şêx Seîd dixwaze kongreyê sabote bike. Bi heyeta kongreyê re rûdinê, ji nûnerên ku ji derveyî Kurdistanê hatine re dibêje bi Mistefa Kemal bawer nebin. Wextê ku qezenç bike, hem Îslamiyet diçe û hem jî Dewleta Alî Osman diçe. Êdî ti caran îtifaqa Misilmanan çênabe. Ji heyeta Kurdan re jî dibêje wextê hûn piştgirî bidin Mistefa Kemal, ew ê ewil her tiştî bîne serê we. Mistefa Kemal ti tiştî nade we. Lê yek mezinên Kurdistanê jî ew çax xebera Şêx Seîd nakin, guh nadinê. Encam; xûsran, mexlûbiyet. Mistefa Kemal di kongreyê de bi ser ket. Alîkariya herî mezin Kurdan jê re kir. Eger mezinên Kurdan xebera Şêx Seîd bikirana, kongre çênedibû. Mistefa Kemal selahiyet nedigirt, Mistefa Kemalê îro çênedibû û Kurd jî nediketin vê rewşê.

Çima şêxên wê demê yên navdar piştgirî nedan Şêx Seîd efendî?

Abdulillah Firat: Xelkê kurd mele û şêxan jî zaf feqîr dizanin. Îcar şêxên di nava Kurdan de jî ku îrtîbata wan bi dewletê re tune be, nikarin şêxtî bikin. Îro yên ku niha di nava Kurdan de şêxtî dikin, hemû ajanên dewletê ne. Yên nebin ajanên dewletê nikarin şêxtî bikin. Piştî ku Mistefa Kemal miwafaq bû, wî şêx teyîn kirin. îro jî şêxên tayînkirî hene. Şêxên saltanat û debdeve hene. Niha wextê Amerika li pişta wan nebe, nikarin biçin cihekî. Dewlet li pişta te nebe, tu nikarî şêxtî bikî. Duh jî wisa bû, îro jî wisa ye.

‘Meseleya Pîranê provokasyon bû. Ajan û mirovên Mistefa Kemal li her derê Şêx Seîd dişopandin’

Şêx Seîd efendî Darahênê weke paytexta Kurdistanê îlan kiribû. Çima neçû Darahênê, çima hat Pîrana Diyarbekirê û li vir serhildan ji wexta plankirî zûtir dest pê kir?

Abdulillah Firat: Ew meseleya Pîranê provokasyon bû. Ajan û mirovên Mistefa Kemal li her derê Şêx Seîd dişopandin. Şêx Seîd di wî emrê xwe yê mezin de, neçar ma bê Pîranê. Ji ber ku wî xeber dabû hemû rûsipî, serokeşîr, giregir û begên Kurdan û ew vexwendibûn Diyarbekirê. Armanca Şêx Seîd ew bû ku di meha Gulanê de li Diyarbekirê şûrayeke neteweyî ya kurdî çêbike. Di wê şûreyê de bernameyekê derxe, îtifaqa Kurdan bi pêş bixe û piştre dest bi qiyamê (serhildan) bike. Eger armanca wî civandina şûrayê nebûya, çima di wî emrê xwe de, di Çileyên Zivistanê de bi hespê derkeve rê û bê Pîranê? Lê eskerê tirk bi zanebûn li Pîranê provokasyon kirin û qiyam beriya ku şûraya Kurdistanê bicive, bêyî plansazî dest pê kir.

Li gorî hin derdoran armanca Şêx Seîd tenê Îslamiyet bû. Li gorî hin aliyan jî armanca wî tenê Kurdistan bû. Gelo Şêx Seîd bi kîjan armancê serî rakir?

Abdulillah Firat: Di nav xelkê kurd de xeyrî mislim tune ne. Di nav Kurdan de zinêkar hene, qatil hene, zalim hene, diz hene, lê baweriya hemûyan bi Îslamiyetê heye. Kurdên ku gunehên zaf pîs dikin jî baweriya wan bi Îslamiyetê heye, baweriya qatilên kurd jî bi Misilmaniyê heye. Îcar eger Şêx Seîd efendî di sala 1925ê de bi ser biketa, wê çaxê ji xelkekî wiha misilman re, kîjan sîstem anîba? Ma wê Komunîzm anîba? Ma wê Kapîtalîzm anîba? Helbet wê sîstemeke îslamiyetê anîba. Îcar ku dewlet çêbûya, xelkê Şêx Seîd kî bû? Li Kurdistanê Tirk ji sedî yek bûn, Fileh ji sedî 2 bûn. Yên din sedî 95 giş Kurd bûn. Baş e, eger Şêx Seîd bi ser biketa, wê xelkê Kurdistanê giş bişanda Ewropayê û xelkê Ewropayê anîba Kurdistanê? Ma wê miletekî din anîbana vê derê? Xelkê wî Kurd bûn, dînê wî Îslam bû. Eger bi ser biketa, wê navê dewleta wî Komara Îslamî ya Kurdistanê bûya.

Têkiliya Şêx Seîd bi Îngilîzan re hebû yan na?

Abdulillah Firat: Ti têkiliya wî bi Îngilîzan re tune bû. Şêx Seîd li dijî wan Îngilîzan bû. Lê tirk îro dibêjin têkiliya wî bi Îngilîzan re hebûye. Ev derew e. Têkiliya Tirkan bi Îngilîzan re hebû, Îngilîzan ew çax ji Tirkan re 50 teyare şandin. Tirkan bi van teyareyan di qiyamê de avêtin ser serhildêran û ew tesfiye kirin. Tirkiyeyê jî dev ji Mûsil û Kerkûkê berda. Yanî eger têkiliya Şêx Seîd bi Îngilîzan re hebûya, Mûsil û Kerkûk ji destê Tirkan nediçû. Îngilîzan di serhildanê de piştgirî dan Tirkan û Tirkan jî dev ji Mûsil û Kerkûkê berda. Hemû mesele ev e.

‘Mehmûd Berzencî û Şêx Seîd ji heman malbatê ne’

Derbarê têkiliya Şêx Mehmûdê Berzencî û Şêx Seîd de, tu agahiyên te hene?

Abdulillah Firat: Şêx Seîd ji Mehmûdê Berzencî re name dişîne. Dibêje nebî nebî tu Îngilîzan bixî Kurdistanê. Divê tu li hemberî wan şer bikî, têbikoşî. Rê nede Îngilîzan. Jixwe malbata Şêx Mehmûd Berzencî û Şêx Seîd ji heman malbatê ne. Şêx Seîd ji bavê 10. digihije Şêx Mehmûd. (Kaynak: Kelhaamed)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Siyaset Haberleri

HÜDA PAR: Kültür politikaları halkın değerleriyle barışık olacak şekilde yapılandırılmalı!
HÜDA PAR’dan İslam âlimi Şeyh Said için soru önergesi
HÜDA PAR'dan TV dizilerindeki pervasızlığa tepki
HÜDA PAR: Kürt meselesinin araçsallaştırılmasına artık müsaade edilmemeli!
HÜDA PAR, siyonistlerle ticaretin devam ettiği iddialarına ilişkin Meclis'e soru önergesi verdi