Sîyonîstan Mizgefta Harem-î Îbrahîm careke din girtin

Rêveberê Weqfên El Xelîlê Gassan er-Recebî got ku rejîma îşxalker a sîyonîst Mizgefta Harem-î Îbrahîm careke din girt.

Rejîma sîyonîst biryara girtina Mizgefta Harem-î Îbrahîm li bajarê El Xelîla Şerîeya Rojava ya îşxalkirî da.

Rêveberê Weqfên El Xelîlê Ghassan el-Recebî weha got, "Îşxalkeran bi hinceta Cejna Sûkkotê (Erş) biryara girtina mizgeftê dan."

Recebî diyar kir ku Mizgefta Îbrahîm 2 rojan ji îbadet û ziyaretvanan re girtî ye û weha dewam kir: “Camîya Harem-î Îbrahîm ji aliyê demkî û mekan ve hat dabeşkirin. Cihûyên fanatîk ji sê parên 2yê zêdetir beşên mizgeftê bi awayekî daîmî girtin û di nav de ayînên dînî pêk tînin.”

Siyonîstên îşxalker di 25ê Sibata 1994an de 29 Mislimanên ku nimêja sibê li Mizgefta Harem-î Îbrahîm a bajarê El Xelîlê dikirin qetil kiribûn.

Di êrîşê de zêdeyî 150 misilman birîndar bûbûn.

Piştî qetlîamê mizgeft hat girtin û dema ku ji nû ve hat vekirin, bû du par û nîvê wê jî ji Cihûyên îşxalker re hat veqetandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rejîma sîyonîst bataryayên berevanîya mûşekî ya THAAD a Emerîkayê bi cih kir
Serokê FETO Fetullah Gulen mir
Wesayît û qamyon li hev qelibîn: 5 mirî
Encamnameya Komxebata Nimêjê hat eşkerekirin
Dê û du qîzên wê canê xwe ji dest dan