Li gorî Ajansa Xebera Netewî ya Libnanê ÎHAyekî aîdê rejîma îşxalker, li herêma Maşrafîyeya ku girêdayê Dahîyeya Beyrûtê ye ofîsa HAMASê bombe kir.
Di encama êrîşê de li gorî diyarîyên ewil Alîkarê Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Salîh El Arurî û 5 fermandar şehîd bûn.
HAMASê di daxuyanîya ku belav kir de şehadeta Arurî rast kir.
HAMAS, diyar kir ku bi tevî Arurî 5 fermandarê Qessam jî şehîd bûne. (ÎLKHA)