SNHR: Di êrîşên dawî yên ku li Îdlîbê hatin kirin de 86 kes canê xwe ji dest dan

Tora Mafên Însanî yên Sûrîyê destnîşan kir, di êrîşên ku ji 15ê Kanûnê vir ve li Îdlîbê hatin kirin de 86 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan.

Ji teref Tora Mafên Însanî yên Sûrîyê ve hat destnîşankirin, di êrîşên ku ji 15ê Kanûnê vir ve li Îdlîbê hatin kirin de 86 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan.

Êrîşên rejîma Sûrîyê û Rûsyayê yên li ser Îdlîbê berdewam dikin. Derbarê êrîşên ku li hember Îdlîbê tên kirin de ji teref Tora Mafên Însanî yên Sûrîyê ve raportek hat amadekirin.

Di raporta ku hat amadekirin de hat destnîşankirin; ji 15ê Kanûnê vir ve li Îdlîbê hatin kirin de 86 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan.

Di berdewama raportê de hat diyarkirin ji van 86 kesên ku canê xwe ji dest dane 10 jê zarok û 11 jê pîrek in.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da