STKyên sivîl ên bira li Semsûrê goştê qurbanan belav kirin

Kerwana Hêvî, IHO EBRAR, Weqfa Yetîm Elî û Yetîm-Dera Ewrûpayê ku piştî erdheja 6ê Sibatê li herêmên erdhejê xebatên xwe berdewam kirin, qurbanên ku bi wekalet ji wan re hatibûn dayîn serjê kirin û li mexdûrên erdhejê belav kirin.

Serokê Kerwana Hêvî Cengîz Kurtaran

Serokê Kerwana Hêvî Cengîz Kurtaran diyar kir ku ji roja ewil ve ew hewl didin li gel erdhejzedeyan bin û destnîşan kir heta erdhejzede bikevin malên xwe ew ê li ba wan bin û ji wan re bibin alîkar.

Kurtaran di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Li Semsûrê ji bo em wezîfeyên xwe yên qurbanê bi cih bînin û herwiha ji bo ku goştê qurbanê belav bikin û alîkariyên pereyî bidin kesên hewcedar, em ziyaretên xwe didomîn. Li bajara konteyner me ji bi sedan malbatî re alîkarî kir û hal û wextê wan pirsî.”

Em li cem birayên xwe yên erdhejzede ne”

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHO EBRARê Zulkuf Bildirici jî derbarê xebatên qurbanê de wiha got: "Ji roja ewil û vir ve em bi xwişk û birayên xwe re li herêma erdhejê ya Semsûrêne, me alîkariya xêrxwazên xwe li vir belav kir. Îro em wan qurbanên ku hatine dayîn serjê kirin. Xêrxwazên me mexdûrên erdhejê ji bîr nekirine, qurbanên xwe şandin vir. Banga me ya ji bo xêrxwazan ev e; bila herêma erdhejê ji bîr nekin û alîkariyên xwe bidomînin."

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHO EBRARê Zulkuf Bildirici'

"Em ê li cem malbatên xwe yên hewcedar û sêwî bin"

Qadîrê ku li ser navê Yetîm-Dera Ewrûpayê hat Tirkiyeyê jî wiha got: "Em wek Yetîm-Dera Ewrûpayê îro di çarçoveya oranîzasyona qurbanê ya 2023an da li herêma Adiyemanê ne. Me îro eşyayên ku xêrxwazan şandibûn teslîmî wan birayên xwe yên ku li bajarên konteyniran dimînin kir. Em ê li cem malbatên xwe yên hewcedar û sêwî bin. Xwedê ji xêrxwazan razî be." (ÎLKHA)

Dildarê Yetîm Elîya Ewropayê Birêz Qadîr

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin