Sudana Başûr di bin avê de ma

Michael Makuei Luethê Wezîrê Enformasyonê, destnîşan ki ku ji 10 wîlayetên welat 8ên wan di bin avê de mane.

Li Sudana Başûr ji 2 milyonî zêdetir mirov ji ber lehîyan bi xirabî tesîrdar bûn.

Michael Makuei Luethê Wezîrê Enformasyonê, destnîşan kir ku ji 10 wîlayetên welat 8ên wan di bin avê de mane û ji 2 milyonî zêdetir mirov jî mecbûr man ku malên xwe terk kirin û ji kehnîyên xwe yên ku îdareyên xwe bi wan dikin jî mirûz man.

Neteweyên Yekbûyî jî ji bona welat banga alîkarîya acîl kir.

Li Sudana ku cîranê Sudana Başûr e jî ji meha Tebaxê vir ve gelek felaketên lehîyê hat jiyankirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye