Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji meha gulanê vir ve di encama êrîşên ku hatin kirin de Talîban kontrola 8 navçeyan bi dest xist.
Rayedarên Efxanî meseleya bidestxistina kontola navçeyan pişt rast kir. Talîban jî destnîşan kir di encama operasyonê de 68 wezîfedarên ewlehîyê teslîmî wan bûne.