Tanrikulu ji bo Ozel got: Feydeya tirsê tune ye

Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Şêxmûs Tanrikulu derheqê gotinên Parlementerê CHPê Ozgur Ozel de daxuyanîyek belav kir.

“Feydeya tirsê tune ye. Temamên kesên ku li dijî nirxên me yên maddî û manewî şer dikin, destekê didin jirêderketîyan, ji terorê hez dikin û destekê didin wê bila baş bizanibin ew ê 15ê gûlanê ji bo wan bibe roja mexlûbbûnê”

Tanrikulu di daxuyanî ku belav kir de destnîşan kir “Em di pêvajoyeke pir muhîm de ne. Nexasim piştî ku CHP û alîyên çepgir dîtin ku ew ê di hilbijartinê de bi ser nekevin, êdî dest pê kirin ku li welêt derdoreke kaotîk bi derewan pêk bînin û xelkê me bixapînin. Min berî vê çendakî li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kiribû û têde gotibû ‘Ji çep bigire heta rast û navînê çi qas dijminên Îslamê û bêexlaqên dijberê malbatê hebin bila bizanibin ku ew ê 15 mehê ji bo wan bibe roja mexlûbbûnê.’ Ev gotina min ne tehdît, tespîtek bû. Dema ku min van gotinan parve kir min dizanibû ku ew dijminê Îslamê û bêexalqên ku li dijî malbatê derdikevin aciz bibin. Lê berî tevekan Ozgur Ozel van tiştan girt li ser xwe. Ez ji vê derê bang li wî dikim: Feydeya tirsê tune ye. Temamên kesên ku li dijî nirxên me yên maddîn û manewî şer dikin, destekê didin jirêderketîyan, ji terorê hez dikin û destekê didin wê bila baş bizanibin ew ê 15ê gûlanê ji bo wan bibe roja mexlûbbûna wan.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin