Temsîlkarê Bilind yê YE Borrell: Divê em ji bo Xezzeyê dest bi kar bikin

Temsîlkarê Bilind yê Polîtîqaya Ewlehî û Minasebetên Derve yê Yekîtîya Ewrupayê Josep Borrell, destnîşan kir ku alîkarîyên ji Xezzeyê re di alîyê hewayê de têne kirin kêm in ji ber vê yekê dest bi hereketê bê kirin.

Borrell ku bi Wezîrê Karên Derve yê Emrîqayê Antony Blînken re hat cem hev, rewşa dawîn a li Xezzeyê û meseleyên alîkarîya însanî gotûbej bikin.

Wezîr û Temsîlkar berîya hevdîtinê daxuyanîyekî çapemenîyê kirin. Borrell, weha got, “Em ji rewşa ku niha li Xezzeyê heye gelek xemgîn in û divê em alîkarîyê zêdetir bikin. Divê em dest bi hereketê bikin. Niha tiştê ku li Xezzeyê ye, mirin û mayîna xelkê ye.”

Borrell destnîşan kir alîkarîyên ku di hewayê de ji Xezzeyê re têne şandin kêmasî ne, “Cîhê bi sedan qamyonan paraşût nagirin. Ew ê herî muhîm jî vekirina sînorên bejahî û ji bo dewletekî du heban dest bi xeberan kirin e, ji xwe ev tiştê hem Emrîqa hem jî NY destekê dide.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû
NY: Em bi fikar in ku pitik ji ber hewaya sar li Xezzeyê biqefilin
Serokkomar Erdogan, Mesrur Barzanî qebûl kir