Temsilkarê STKyan: Ti kesî bi girtina qursên Qur’anê tiştekî qezenc nekiriye û dê qezenc neke jî

Li Diyarbekirê Şaredarîyên aîdî Partîya DEMê ne nivîs ji miftîtîyan re şand û destnîşan kir ew ê 12 avahîyên ku lê 10 qursên Quranê fealîyet didin bên girtin ku ji ber vê yekê demildest lazim e bên valakirin.

Temsîlkarên sazîyên sîwîl ên civakî yên ku li Diyarbekirê fealîyetên xwe birêve dibin derbarê vê qerara Partîya DEMê ya girtina qursên Quranê de daxuyanî dan û bertek ji qerarê re nîşan da. Temsîlkaran destnîşan kirin, ti kesî bi girtina qursên Qur’anê tiştekî qezenc nekiriye û dê qezenc nekin jî.

“Ji Partîya DEMê re wezîfe hatiye dayîn da ku ew nirx, bawerî û orfên xelqê ji holê rabike”

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê Memur-Senê Remezan Tekdemîrê ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir wisa got: “Partîya DEMê li dijî bawerîya xelqê tehemmûla wê tune ye û vê yekê bi vê qerarên ku distînin aşkere dke. Partîya DEMê bi îddîayên xizmetkirina ji xelqê re derdikeve rê; lêbelê bawerîya xelqê binpê dike. Berî niha bi qerara meclîsa şaredarîyê qerar hatibû dayîn û hinek avahî ji miftîtîyê re hatibûn teshîhkirin da ku li van avahîyan ji zarokên me re li gor bawerîya wan ders bên dayîn. Lê belê şaredarîya Partîya DEMê vê qerara ku hatibû datîn betal kir û pêşîya vê xizmetê girt. Ew bi vî awayî bi temamê derfetên xwe hewl didin nirxên bawerîyê yên gelê me ji holê rabikin. Partîya DEMê qetîyen li hember dînê me û kitêba me ya pîroz bi hûrmet tevnagere û berawajîya vê yekê li temamê wan sepanên ku li dijî bawerîya me ne xwedîtî dike. Ji Partîya DEMê re wezîfe hatiye dayîn da ku ew nirx, bawerî û orfên xelqê ji holê rabike.”

Temsîlkarên din ên STKyan jî derbarê mijarê de ji DEMê re bertek nîşan dan û wisa gotin:

Mewlud Yildizê Serokê Şubeya Diyarbekirê ya Dîn Bîr-Senê : “Ma qet karekî din ê şaredarîyê tune ku radibe ji girtina qursên Quranê dest bi kar dike?”

Cîhat Kaplanê Koordînatorê Platforma Nesla Quranê: “Ji ber qerara ku hatiye girtin em şaş ne man, lewra HDPya ku DEM berdewama wê ye înşaaya 4 camîyên li parkan dabûn sekinandin û qerara xerakirina wan dabû. Çawa ku me berî niha jî gotûbû em bi heman awayî a niha jî dibêjin ti kes nikare nûra Quranê bitefîne.”

Alî Sarihanê Serokê Îxwan Derê: “Teşebûsên xelet ên bi vî awayî li ser vê coxrafyayê neceribînin. Ev teşebûsa Partîya DEMê ya girtina qursên Quranê niyeteke pir xerab e. Em ê bi rêyên femrî hisabê vê yekê bipirsin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar