Temsîlkarîya Kerwana Hêvîyê yê Hetayê ji bo herêma erdhejê banga alîkarîyê kir

Cewdet Dîzlekê Alîkarê Serokê Bajara Edenê yê Karwana Hêvîyê derheqê xebatên alîkarîyê yên ku li Hetayê ji bo erdhejan tên kirin de agahî da û ji bo herêma erdhejê banga alîkarîyê kir.

Dîzlek di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew di aşxaneya ku li Parka Millet a Îskenderun hatiye vekirin de her roj ji bo bi hezaran erdhejzedeyan re xwarina germ çêdikin û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji roja ewil a erdhejê ve em li sehayê ne. Me aşxaneya xwe ya li vê derê digel temsîlkarîya xwe vekir. Heta em birînên gelê xwe derman bikin em ê li vê derê bin. Li me niyet e em heta dawîya meha Remezanê li vê derê bin. Ji bo vê yekê jî îxtîyaca me bi alîkarîya gelê me heye. Banga me ji gelê me re ye ku ji bo me di vî warî de bibin alîkar.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin