Tûgayên Qessam, li Beyt Xanûnê îşxalkeran kirin nav kemînê: Mirî û birîndar hene

Tûgayên Qessam, li Beyt Xanûna Xezzeyê hêzên îşxalkeran kirin nav kemînê, di encama kemînê de mirî û birîndar hene.

Li Xezzeyê di navbera Tûgayên Qessam û hêzên îşxalkeran de pevçûn berdewam dikin.

Qessamê ku di pevçûnan de ji îşxalkeran re zayîadên giran didin dayîn, li ser qenala Telegramê daxuyanî belav kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Qessam ve hat belavkirin de hat destnîşan kirin ku ew li nêzê dibistana çandinîyê ya ku li bakurê Beyt Xanûnê ye 10 terorîstên sîyonîstan xistine nav kemînê, wan bi teqemenîyên “Radîye” û bombeyên destan kuştine.

Qessam, îfade kir ku ew hêzên sîyonîstan ku ji wan leşkeran re hatine alîkarîyê jî xistine nav kemînê û wan jî bi teqemenîyên “Şûwaz” hedef girtine, di encama vê kemînê de jî mirî û birîndar çêbûn.

Hat îfadekirin ku micahîdên Qessam ji serê sibê heta niha li Taxa Brezîlyaya nêzê sînora Misir-Fîlîstînê du heb buldozerên ji tîpa “D9”ê bi roketên Yasîn 105 û teqemenîyên “Şawaz”ê hedef girtine.

Hat daxuyandin ew li nêzê Derîyê Selahaddînê jî wesayîtekî îşxalkeran bi roketa “Tandem”ê hedef girtine.

Qessam destnîşan kir ku ew li nêzê Taxa Brezîlyayê tanka “Merkava” ya aîdê terorîstan bi roketên Yasîn 105an hedef girtine.

Tûgayên Qessam li cîhên cuda yên Xezzeyê pevçûnên xwe didomîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 10 jê xwendekar 11 birîndar
Li Xezzeyê ji Weqfa Êtîman alîkarîya betanî û çadira
Li Dîyarbekirê şewat derket: Pitikek 8 mehî canê xwe ji dest da
Li Tunusê keleka koçberan bin av bû: 27 mirî
Li Efyonê du kom bi çekan li hev xistin: 2 mirî, 1 birîndar