Di Zanîngeha Şirnexê de piştî dermankirina mitbexê di 76 xwendekarên qîz de gilîyên vereşan û zikêşê dest pê kir.
Xwendekarên ku hatin rakirin nexweşxaneyê, şeva xwe di nexweşxaneyê de derbas kirin.
Hat diyarkirin ku rewşa xwendekaran baş e.
Daxuyanîya ku ji teref walîtîyê ve hat belavkirin weha ye:
“Di 4'ê Mijdarê de di mitbaxa Yûrda Cezerî ya Qîzan a Şirnexê ya girêdayî Wezareta Ciwan û Sporê ya li Kampusa Mehmet Emîn Acar a Zanîngeha Şirnexê de, 76 xwendekarên qîz ji ber dermankirina mitbexê jehrî bûn û hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Tedawiya xwendekar temam bû. Rewşa tenduristiya hemû xwendekarên me baş e û bi armanca tedbîrê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên bicihkirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve lêpirsîna ‘edlî û ji aliyê Walîtiya me ve jî lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin.” (ÎLKHA)