Lijneya Pandemî ya Bajêr ji bo waqayên ku li Diyarbekirê zêde dibin civînek lidar xist û piştî civîna ku hat lidarxistin re Munîr Karalogluyê Walîyê Diyarbekirê daxuyanîyek da û destnîşan kir, heta niha 54 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 20 kes di lênerîna awarte de ne ûm hejmara pêketîyan tevlî van kesan 205 e.
Walî Karaloglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir nexweşxaneyên bajêr tije nebû û ji bo kesên ku pê ketine cihê tedawîyê heye.