Walîyê New Yorkê: "Li Parêzgehê dibe ku 2 milyon û 600 hezar kes bi vîrusê ketibin"

Abdrew Cuomoyê Walîyê New Yorkêdestnîşan kir li ser 3 hezar kesan test hatin kirin û hat dîtin ku ji van ji sedî 14 kes baş bûne, lê belê li Parêzgehê dibe ku 2 milyon û 600 hezar kes bi vîrusê ketibin.

Cuomo di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, ew li parêzgehê dest bi testên antîkorê kirine û ger li gor netîceya van testên ku hatin kirin hisabek bê kirin wê demê em dikarin bibêjin ku li Parêzgehê dibe ku 2 milyon û 600 hezar kes bi vîrusê ketibin.

Cuomo di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir bi mirina 438 kesên din hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê li New Yorkê mirin derket 15 hezar û 500 kesî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya