Wê tayinên 20 hezar mamosteyan bên kirin

Yusuf Tekînê Wezîrê Perwerdehiyê derheqê tayinên mamosteyan de daxuyaniyek da.

Yusuf Tekînê Wezîrê Perwerdehiyê, derheqê tayinên mamosteyan de axaftinek kir û got ku wê tayinên 20 hezar mamosteyan bên kirin.

Wezîr Tekîn wisa axivî: “Bi talîmata Serokkomarê me em xebateke bi Wezîrê Malîye û Gencîneyê dimeşînin. Di mijara tayina 20 hezar mamosteyan de me li hev kir. Me li gor ihtiyacan belav kirinek kir.”

Tekîn her wiha wisa peyivî, “Ji îro pê ve sedî 50 mulaqat û sedî 50 jî puanên KPSSyê esas bigirin. Guhertina di rêziknameya tayînkirinê de wê di Rojnameya Fermî de bê weşandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji meteorolojîyê hişyarîya baran, berf û qeşayê
Li Semsûnê 8 wesayît li hev qelibîn
Dibe ku zem li benzînê were kirin
Li Mêrdînê 3 wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
HAMAS: Em ji peymanekî ku herbê bide sekinandin û gelê me biparêze re hazir in