Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Demîr, axavtina Mahmud Abbas nirxand

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr diyar kir ku ew axaftina Serokê Rêveberiya Xweseriya Filistînê Mahmud Abbas a li Lijneya Giştî ya Meclisa Mezin a Tirkiyeyê muhîm dîtin û ev ji bo rejima îşxalker û welatên ku piştgiriyê didin wî peyamek e.

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr axavtina Serokê Rêvebiriya Fîlîstînê ya Mahmûd Abbas a di meclîsê de kiribû ji bo ÎLKHAyê nirxand.

Demîr got, divê em bi du cîhan axaftina Abbas binirxînin, divê ev axavtina wî di meclîsê de tenê bersivdayineka ji kongreyê reya Emrîqayê re ye neyê nîrxandin:

“Bê şek û guman, dibe ku pîvanek din a vê yekê hebe. Mijara sereke ew e ku dawa Filistînê di meclîsê de di dereceya herî bilinde de hatiye temsîlkirin. Mazûvantî li doza Filistînê hatiye kirin. Mucadeleya daw û doza Filistînê di meclîsê de hat vegotin hawadîs di vê maneyê de pêk hatiye.”

Demîr herwiha got, ji ber ku yek ji serokên HAMASê Xalîd Meşal ne li vir e ev yek kêmasiyek e.

“Aliyê ku niha berdêla dawa Filistînê dide, aliyê HAMASê ye. Tişta ku me dixwest, dilê me dixwest û xelkê me dixwest ev bû; Da ku rayedarên HAMASê li vir behsa daw û doza xwe bi taybetî jî behsa Tofana Eqsayê bikirana. Bi rastî dema ku ev dawetname çêbû, di bernameyê de rehmetî Îsmaîl Henîye jî ew ê bi Abbas re li vir biaxivîya lê ew bi hovane bi sûqastekî hat qetilkirin.”

Demîr got, peyamên Abbas ên ku di meclîsê de hatin dayin kêm ma ye:

“Lê me dixwest ku birêz Abbas hem behsa mucadeleya berxwedana HAMASê û hem jî mucadeleya xwe ya bi hev re bikirana. Wan bi hev re biparêstana. Bi taybetî jî heq û mafê mucadeleya HAMASê biparêstana. Her wiha bigota, ev mucadeleya berxwedanê ye û li dijî îşxalêye. Lê ev yek nekir.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar