Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Skandala “Çeteya Bebikan”, ji kurîtî ve wijdanê civakê birîndar kir

Demîr: “Çeteya Bebikan” ku di sektora tenduristîyê de derketîye ji kurîtî ve wijdanê civakê birîndar kir û weha got, “Divê bi acîlî tedbîrên ku sûcdar bêne cezakirin û li cem vêya jî çêbûn û pêkhatina sûcan bê astengkirin bêne girtin, ev jî mecburî ye.”

Parlamenterê Entabê û Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di Sazîya Giştî ya Meclîsê de ji bo derveyê rojevê biaxive destûr xwest û di axavtina xwe de derheqê “Çeteya Bebikan” de gotinan got.

Demîr weha got, skandala “Çeteya Bebikan” ku di sektora tenduristîyê de derketîye ji kurîtî ve wijdanê civakê birîndar kirîye. Ev çeteya ku di navbera wan de doxtor, hemşîre û ekîbên ku di ambûlansê de dixebitin jî hene, digel jîyana bebikên mesum xwestine ku qezencên bêheq bidestbixin. Ev bûyera ku skandalekî ye, nîşan dide ku divê di sektora tenduristîyê de acîlî veguherînekî kokî û reformekî bê kirin. Şert e ku ji bona cardin bi çeteyên ewakî wek ku bi tenduristîya me dileyîzin cardin çênebin û dernekevin hemberî me divê tedbîr bêne girtin. Çîmkî hemû hejikandina ewlehî û bawerîyê tenê ferdan tesîrdar nake, ew hemû civakî ji kurîtî ve tesîrdar dike. Divê bi acîlî tedbîrên ku sûcdar bêne cezakirin û li cem vêya jî çêbûn û pêkhatina sûcan bê astengkirin bêne girtin, ev jî mecburî ye. Divê ji endamên vê çeteyê re ku bi tenduristîya civakê dileyîzin recezayên herî giran bêne dayîn û ji xespkirina jîyaneke însanî û ewlehîyê re tu dem îzîn neyê dayîn.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Îşxalkeran doh êvarê li Xezzeyê 2 qetlîaman pêk anît: 11 şehîd
1 birîndar, 2 binçavkirin
Fînala çalakîyên hefteya ciwanan a HUDA PARê ew ê li Diyarbekirê bê lidarxistin
Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Em ji her gavê ku ji aştîya civakê re piştgirîyê dide re destekê didin
Wezîr Yerlîkaya: 4 mirî, 14 birîndar