Welatîyan ji zamênku hatin kirin û tên kirin re bertek nîşan dan

Berî niha kesên ku zêdebûna dolar û zêran ji xwe re dikirin hincet û zam li heqê xurek û erzaqê kirin dema ku heqê dolar û zêran ket heqê xurekan kêm nakin.

Gelê Mêrdînê li hember vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan dan û derbarê mijarê de fikr û ramên xwe ji Ajansaya Nûçeyan a Îlkeyê re anî zimên.

“Millet; bêkar, birçî û perîşan e”

Welatîyê bi navê  Çetîn Aydin derbarê mijarê de destnîşan kir, rewşa welat ji xwe tê zanîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dolar, zêr û kur bihane ye. Di holê de keysperestî heye. Dema ku dolar zêde bû heqê rûn zêde kirine, lê belê dema ku dolar ket kesî heqê rûn danexist. Millet; bêkar, birçî û perîşan e.  Millet niha bê kes maye û nizane çi bike. Derdê millet êdî ne nexweşî ye, debara malê ye. Bila rayedar li ser zêdebûna heqê rûn, birinç, şekir û tiştên wisa bisekinin. Ger dolar bê qîmet jî bibe ew zêdebûn û zam bi dawî nabe. Lewra tu kes li ser vê yekê nasekine. Xweda heqê me ji wan kesên ku keysperestîyê dikin re nehêle.”

“Divê rayedar demildest dest bavêjin vê meselê”

Welatîyekî din ê bi navê Ozgur Cangîr jî derbarê mijarê de destnîşan kir, divê bi ketina dolarê heqê tiştên ku zam li wan hatine kirin bê daxistin. Cangîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger midaxele li vê yekê bê kirin dê ji bo welatîyan baş be. Lewra xelk bê zar û perîşan e.Li herêma me ceyran bi xwe jî pir bûha ye. Em dixwazin dewlet midaxeleyî vê yekê bike.”

Welatîyên din jî derbarê mijarê de wisa gotin:

Rênas Hasan: Em diçin marketan hema hemû tişta biha ye. Dolar daket jî kes heqê xûreq û erzaqê kêm nake.

Şukru Tîmur: Millet nema dikarî tiştekî bistîne. Êdî ferz e ku midaxele li vê yekê bê kirin.










İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê lehî û hezaz çêbû: 16 mirî
Li Colemêrgê 35 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li 24 bajaran ji ber berfê ji dibistanê re ji bo rojekî tetîl hat dayîn
Rêya Entelya-Qonyayê ji tir û qamyonan re hat girtin
Qessam, 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin