Weqfa Êtîman bi projeya “Montekî û Botekî” rûyê êtîman kêfxweş dike

Weqfa Êtîman ku ji bo êtîm, sêwî û mihtacan fealîyetên alîkarîyê bikartîne, li Dîyarbekirê bi projeya “Montekî û Botekî” rûyê êtîman kêfxweş kir.

Weqfa Êtîman hem di nav welat de hem jî li derveyê welat ji bo êtîm, sêwî û bêkesan fealîyetên alîkarîyê dike, li gorî cîh û demê alîkarîyên cuda bikartîne.

Ji ber ku zivistan tê ji zarokan re cil û bergên zivistanê hatin belavkirin. Di vê çarçoveyê de kampanyayekî “Montekî û Botekî” hat destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyaya “Montekî û Botekî” li Dîyarbekirê bi sedan zarok hatin poşandin, Weqf zarokan anît dikanekî û li wê derê mont û botên bi dilê wan da wan.

Endamê Sazîya Îstîşare ya Weqfa Êtîman Yaşar Elbahadir derheqê projeyê de daxuyanî da û îfade kir ku ew bi alîkarîya xêrxwazan dixwazin ku xwe ji zêdetir malbatan re bighêjînin.

Elbahadir ku derheqê projeya “Montekî û Botekî” de agahîyan da weha got, “Em wek Weqfa Êtîman her sal berîya zivistanê vê projeyê bikartînin û me vê salê jî projeya xwe da destpêkirin. Berîya zivistanê me bi tevî xêrxwazên xwe ji bona ku zarok necemidin kampanyayekî ewakî da destpêkirin û heqê vê projeyê jî hezar Lîre ye. Çiqas xêrxwaz bighêjin me û ji me re alîkarîyan bikin ew ê em ê jî hewqas xwe ji êtîman re bighêjînin.”

Elbahadir, “Me zarokên xwe yên êtîm anîtîye li vê derê û em bot û montên wan li wan dikin. Ew kêfxweş in, malbatên wan kêfxweş in. Çiqas xêrxwaz xwe ji me re bighêjînin em ê hewqas êtîman kêfxweş bikin. Kampanyaya me berdewam dike. Em li bêvîya alîkarîya xêrxwazan in. Xwedê xêra wan qebûl bike, bila bereketê bike nav mala wan.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Meletîyê qeza: 2 birîndar
Li 22 bajaran operasyona DAÎŞê hat lidarxistin: 182 binçavî
Li Qazaxistanê balafira rêwîyan ket xwarê
8 jê giran 26 birîndar
HUDA PARê ji destheqê kêmtirîn re bertek nîşan da