Weqfa Êtîman, li Entabê cil da zarokên êtîm

Nûnertiya Weqfa Êtîman li Entabê di çarçoveya cil û bergên êtîman de "Botek û Montek" diyarîyî êtîman kir.

Nûnertiya Weqfa Êtîman a Entabê di çarçoveya kampanyaya " Botek û Montek " de ji bo ku zarok ji ber nêzîkbûna demsala zivistanê serma nebin, zarokên êtîm dan xwe kirin.,

Endam û dildarên Weqfa Êtîman zarokan ji malên wan birin dikana cilûbergan, cil û berg li wan kirin û piştre wan birin malên wan.

“Êtîm emanetî me ne”

Eyup Yuzgeçê Temsîlkarê Entabê yê Weqfa Êtîman got ku ew cil dane 110 zarokên êtîm û wisa got, “Weke ku hûn jî dizanin zivistan hat em wek Weqfa Êtîman a Entabê di çarçoveya “Botek û Montek” de ji 110 birayên êtîm re çîz û qapûtan didin. Ez teşekkurî xêrxwazên me yên ku di vê mijarê de alîkariya me kirin dikim.”

Zarokên êtîm jî teşekkurî Weqfa Êtîman û xêrxwazan kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Nebû, ev hesab xelet e
Meaşê herî kêm bû 22 hezar û 104 TL
Wesayît li qamyonê qelibî: 5 birîndar
Li Mêrdînê di orta kolanê de bi çekan pevçûn derket: 2 birîndar
Li ku derê pîsîtîyekî hebe daîma ji bin serê Cihûda derdikeve