Weqfa Êtîman, li Xezzeyê kolîya lazimatîya pitikan belav kir

Xezzeya ku ji teref rejîma terorîst ve 44 roj e tê bombebarandin û ji alîkarîya însanî jî tê mirûzkirin trejedîyekî mezin dijî.

Hemû hovîtî û êrîşên sîyonîstan li Xezzeyê didomin, di encama van êrîş û hovîtîyan de piranîya wan zarok û pîrek 12 hezar Fîlîstînî hatin şehîdkirin.

Weqfa Êtîman yê ku di navbera êtîm û xêrxwazan de wezîfeya pirê dibîne, ji 7ê Cotmehê ku roja destpêka êrîşê ye heta niha alîkarîyên xwe li Xezzeyê bikar tîne û bexşên ku xêrxwazan bexş kirine bi navbeynkarîya dildaran ji xelkê mezlum re dighêjîne.

Weqf, li Xezzeyê di alîyekî de şîva germ, di alîyekî de kolîyên xwarinê belav dike û vê carê jî ji bo pitikan kolîya lazimatîyê belav kir.

Ji Fîlîstîna ku hema hema her dem mihtacê lazimatîyêne re divê di vê demê de zêdetir alîkarî bê kirin. Ger ku xêrxwazan bexşên xwe zêde bikin, ew ê alîkarî jî zêde bibin û ji gelek însanan re bighêjin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokê Şaredarîya DEMê û 5 endamên Meclîsê hatin binçavkirin
Li Arakanê artêş qetlîamekî nû kir
Li Emrîkayê ji ber şewata daristanan rewşa awarte hat îlankirin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 46 hezar û 6an
Li Hetayê di mezinahîya 4an de erdhej