Weqfa Êtîman, qezenca tîşortan ji Xezzeyê re bexş dike

Qirqirin, komkujî û qetlîamên ku rejîma îşxalker li Xezzeyê lidardixe di roja 38mîn de berdewam dike, xebatên alîkarîyê a Weqfa Êtîman jî ya ji bo Fîlîstînê berdewam dike.

Weqfa Êtîman yê ku li çar alîyê welat û dinyayê ji bo êtîm, sêwî û bêkesan alkarîyê dike vê carê jî li Êlihê ji bo Xezzeyê xebatên alîkarîyê li dar xist.

Temsîlkarîya Weqfa Êtîman a ku di mîtînga “Destea Ji Tofana Eqsayê re” ku ji teref Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê ve hatibû lidarxistin de standa alîkarîyê vekiribû, qezenca hilberînên ku firotine û bidesxistine diyar kir ku wê ji Xezzeyê re bexş bikin.

“Helbet em ê qezenca xwe ya ku bidestxistîye ji bo xûşk û birayên xwe yên Xezzeyê bexş bikin”

Tîşort, bardax, seat û tiştên dinê ên ku li ser wan fotoxrafê Berdevkê Tugayên Îzzeddîn El Qassam li ser hatibû neqişkirin, di standê de hatin firotan, Temsîlkarê Êlihê yê Weqfa Êtîman Musab Îmîr destnîşan kir ku ew ê qezenca ev tiştan ji Xezzeyê re bê bexşkirin.

Îmîr di axavtina xwe de weha got:

“Em wek Temsîlkarîya Êlihê yê Weqfa Êtîman li cem xûşk û birayên xwe yên Xezzeyê ne û em ê vê cemhevbûnê jî bidomînin. Em niha li Mîtînga ku HUDA PAR organîze kirîye ne. Me wek Weqfa Êtîman standa xwe li vê derê vekirîye. Em li vê derê Tîşort, bardax, seat û tiştên dinê yên ku li ser wan fotoxrafê Berdevkê Tugayên Îzzeddîn El Qassam hatibû neqişkirin difroşin, û armanca me jî ev e ku bila ji Xezzeyê re bibe alîkarî. Xwedê bila ji xêrxwazên ku destekê dane re razî be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokê Şaredarîya DEMê û 5 endamên Meclîsê hatin binçavkirin
Li Arakanê artêş qetlîamekî nû kir
Li Emrîkayê ji ber şewata daristanan rewşa awarte hat îlankirin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 46 hezar û 6an
Li Hetayê di mezinahîya 4an de erdhej