Weqfa Yetîman li Aksatrayê ji zarokên yetîm re alîkarî kir

Weqfa Yetîman a ku ji roja ku hatiye damezrandin vir ve ji malbatên yetîm re alîkarîyê dike vêcarê jî li Sakaryayê ji bo yetîman alîkarî da destpêkirin.

Di bergeha alîkarîya ku hat destpêkirin de ji bi dehan zarokên yetîm re alîkarîya cil û bergan hat kirin.Zarokên ku ji wan re alîkarî hat kirin kêfxweş bûn.

Yusuf Demîrelê Temsîlkarê Bajara Aksarayê yê Weqfa Yetîman derbarê mijarê de destnîşan kir, ew wek her sal îsal ji ber minasebeta Îda Qurbanê xebat dane destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me îro ji wan malbatên yetîm ên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re alîkarîya cil û bergan kir û me ew kêfxweş kirin. Xweda ji wan kesên ku ji vê xêrê re bûn wesîle razî be.”

Demîrel di berdewama daxuyanîya xwe de bang li kesên xêrxwaz kir da ku di Îda Qurbanê de qurbanên xwe bi kesên yetîm û sêwî re parve bikin.






İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye