Wezareta Pêşmergeyan: PKKê bi mayînan êrîşî Pêşmergeyan kir

Hat ragihandin li navçeya Amêdîya Dihokê di dema derbasbûna wesayîta hêzên Pêmergeyan demayîna ku berî niha ji teref PKKê ve hatibû bicîkirin teqîyan.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, li navçeya Amêdîya Dihokê di dema derbasbûna wesayîta hêzên Pêmergeyan de mayîna ku berî niha ji teref PKKê ve hatibû bicîkirin teqîya ku di encama teqînê de Pêşmergeyek birîndar bû.

Lezgîn di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji ber teqînê mirin çênebûne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ez dixwazin gel û raya giştî ya Kurdistanê di vî warî de hişyar bikim: PKK gelek caran di vî warî de êrîş dibe Pêşmergeyan û çalakîyên ku pê nîzam tê xwestin bê xerakirin ji teref wan ve tên kirin. “

Di meha hezîrana borî de di encama êrîşa ku PKKê li Pêşmergeyan kiribû de 5 Pêşmerge canê xwe ji dest dabûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye