WHO: Li Libnanê sîstema tenduristîyê hildiweşe

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus (WHO) diyar kir ku li Libnana ku di bin êrîşên rejîma sîyonîst de ye, sîstema tendirustiyê li hember hewcedariyên xwe zehmetiyê dikişîne.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus, derheqê hilweşîna sîstema tenduristîyê ya li Libnanê da daxuyanî da û weha got, “Nexweşxane ji nexweşên birîndar tije dibin. Sîstema tenduristiyê ji ber krîzên li pey hev ziîf bûye û li hember hewcedariyên mezin zehmetiyê dikişîne.”

Ghebreyesus da zanîn ku ew bi sefîrên welatên Komkara Erebî re li Cenevreyê civiyan û rewşa tenduristî li Libnan û herêmê gotûbêj kirin, û ew li hev kirin ku nexweş, xebatkarên tenduristiyê û sivîl, tevî penaber jî di nav de, bên parastin û xizmetguzariyên tenduristiyê yên pêwîstiya wan bi wan heye divê were pêşkêş kirin.

Ghebreyesus destnîşan kir ku WHO bi Wezareta Tenduristiyê ya Lıbnanê re bi koordînasyoni dixebite, hewcedariya zêde bi alîkariyê heye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hemû îxtîlaf û menfeatên xwe berdin û li hember sîyonîzmê bisekinin
NY: Ji Libnanê nêzê 235 hezar mirov derbasî Sûrîyeyê bûn
ÎTTÎHADUL ULEMA: Îro dest bi Hevdîtina Aliman a 9emîn dike
Li Herêma Kurdistanê dibistan ew ê bêne tetîlkirin
Li başûrê Libnanê ji sîyonîstan re zayîadên mezin tên dayîn