WHO şoba nû diyar kir

Rêxistina tenduristîyê ya cîhanê (WHO) piştî Covîd-19ê ku li giştîyê cîhanê weqayên wê zêde dibe şabeke nû weşand. WHO, li Ganaya ji welatê Efrîqaya Rojavayê ye şoba "Tayê Marburgê" diyar kir.

Ji teref Rêxistina tenduristîyê ya cîhanê (WHO) ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku cara yekem di nimûneyên ku ji Senegalê re hat şîyandin de vîrûsa Marburgê hat dîtin.

Hat daxuyandin tê zanîn ku Tayê Marburgê ji malbata Ebolayê ye, vaksîna wî an jî tedawîyeke wî yê taybet tuneye û hevgirîya mirinê jî heta sedî 90 derdikeve.

Di daxuyanîya WHOyê de hat diyarkirin, bi tevî endamên tenduristîyê ji 90î zêdetir kesan de ev vîrûs hat dîtin û ew hatin bin şopandinê.

Hevgirîya mirinê derdikeve heta sedî 90 ê

Vîrûsa Marburgê cara yekem di sala 1967an de, di laboratiwarên li Yugoslavya Belgrad (niha Sirbistan) û bajarên Farnkfurt û Marburga Elmanayê de hat tespîtkirin.

Nîşanên vê vîrûsê ev e ku ji nişkav ve serê mirov dihêşê û atêş, ta, êşa serî û êşandina hencavê ye û di navbera 5-10 rojan de jî dema wê ya kurt ketinê heye.

Kesên ku bi nexweşîna Tayê Marburgê ketine, ji ber ku vaksîn û tedawîyeke wî yê taybet tuneye tên rakirin nexweşxaneyê.

Hevgirîya mirinê ya nexweşînê di navbera 23-90an de ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye