Gundê Xanikê piştî ku di sala 2015an de Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan ji teref PKK/HDPyiyan ve hatin qetilkirin re cardin hate rojevê.Qetlîamên mîna van di salên 90î de jî hatibûn kirin.
Li gundê Xanikêya Hezexê 4 kesên ku di nava wan de zarok jî hebûn di êrîşên PKKê de hatibûn qetilkirin.Ev kesên ku hatibûn qetilkirin Abdulxefur Bal, Huseyîn Demîrel û Eyşe Oza 65 salî û qîza wê ya 8 salî Fatma Oz bû.Baş e, gelo sûcê van însanan çi bû û çima hatin qetilkirin.
Di hevpeyvîna ku me berî niha bi ehlê Xanikê re kiribû de kesên ku ji qetlîam û wehşeta ku ji teref PKKyîan ve li gund hatibûn kirin de wisa axivîbûn:
“Navê gund di demeke kurt de li temamê heremê hat bihîstin”
Mehmet Şerîf Akyuz diyar kir gundê wan ji 60 malbatî pêk tê û girêdayê Hezexa Şernexê ye û çend gundik jî girêdayê gundê wan in.Akyuz dû re van tiştan ragihandin: “Em gundî di eslê xwe de dîndar bûn, lê dîndariya me di gotinê de bû û ne Muhammedî bû. Elbet sedema herî mezin a vê yekê zext û zordariyên PKKê bûn.Ji ber zextan em nikaribûn li gor bawerîya xwe bijîn. Ev rewş heta berî vê 30 salî hat guherîn. Lewra berî vê 30 salî doza Muhammedî hate gundê me.Piştî ku li Nisêbînê xebatên Îslamî dest pê kirin re gundê me jî ji van xebatan nesîbdar bû û çend gundî cemaata Îslamî nas kirin.Dû re li gundê me teblîxên Îslamî dest pê kirin.Piştî vê, navê gundê me di demeke kurt de li temamê heremê hat bihîstin.”
“PKK bi planên xwe yên sinsî naskirîyên me li dijî me tehrîk dikir”
Akyuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku xebatên Îslamî li gundê dest pê kirin re PKK ji vê yekê pir aciz bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:” Di wê demê de komek PKKyî bênavber dihatin gund û gefê li gundîyan dixwarin. Piştî ku PKK hatine xwe zêde kir, gundî ji vê yekê gelekî aciz bûn û heta nîqaş û munaqeşe jî derketin.Bi planên xwe yên sinsî hewl dan me û naskirîyên me li dijî hev dû tehrîk bikin.Xelkê Kurd ji berê ve Misliman e û hêzên derve ji bona vê yekê biguherînin PKKê bi kar dianîn.PKK ji Îslamê hez nedikir, ji ber vê yekê jî her tim me tehdît dikir.PKKyî pêşî hewl didan me û naskirîyên me li hev dû tehrîk bikin.Lê belê dû re mîlîtanên PKKê hatin gund û gotin “Em êdî ne razî ne hûn vê dawê li vê derê bimeşînin û em destûrê nadin we.’ Elbet em li ber vê gotina wan rabûn û me got ‘Derdê we tenê komunîzm û sosyalizm e.’ Piştî me van ji wan re got re munaqeşe derket û piştî demekê gund terikandin.”
“Bila kesên ku bi Îslamê re dijmintiyê dikin bizanibin em li hemû derî hene”
Akyuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ser Mislimanan gelek ceribandin hatin kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ PKKya ku dît ceribandin kêrî tiştekî nayên êdî dest bi serdegirtinên gund kir. Pevçûn dest pê kirin û gotin ku em ê gund bişewitînin.Me li gund gelek eziyet kişand, lê Mislimanan dev ji doz û dawa xwe bernedan.PKK vê yekê fêm kir û êdî dest bi sûîqestan kir û dest bi şehîdkirina gundîyan kir. Abdulxefur, Huseyîn û Eyşe hatin şehîdkirin.Eyşe pîreka melayê gund bû, ew û qîza wê ya 8 salî li Nisêbînê hatin şehîdkirin.Dijminên Îslamê, bila vê baş bizanibin em li her derî ne. Li Kurdistan, Fîlîstîn û Arakan û li kû dera cîhanê Mislimanek hebe ew birayê me ne û em ê her tim li dijî kafiran mucadele bikin.Em ê di rêya şehîdên xwe de biçin.”
Şehîdên ewil ên gundê Xanikê Eyşe Oz(65) û qîza wê ya 8 salî Fatma Oz bûn.
Dema ku dîrok 8ê Nîsana 1992an nîşan dida pîreka melayê gund Eyşe Oz(65) û qîza wê ya 8 salî Fatma Oz ji bona mala xwe ya li Nisêbînê paqij bikin ji gund veqetîyan.Eyşe ji ber ku li gund Îslamê ji pîrekên re vedigot di hedefa PKKê de bû.PKK ji ber vê yekê wê xistibû bin taqîbê û ji bona wê qetil bike kêsê lê digeriya.
Piştî ku reşahiya şevê daket re komek PKKyî di ser mala wê de girtin û bi çekên lûle dirêj di ser mala wê de reşandin.Di encama êrîşa çekdarî ya PKKyiyan de Eyşe Oz û qîza wê ya 8 salî Fatma Oz bi şikleke hovane ji teref PKKê ve hatin qetilkirin.PKK bi vê êrîşa xwe bêtehemûliya xwe cardin li dijî Îslam û Mislimanan nîşan da.
“Pîrekên ku Îslamê teblîx dikirin jî qetil kirin”
Zeynep Bala ku cîranê Eyşe Oz bû di derbarê Fatma Oz de wiha axivî: “Eyşe pir dîndar bû û wêrek bû.Di her firseta ku bidest dixist de teblîxa Îslamî dikir.PKKyiyên ku vê yekê dîtin û ji vê yekê aciz bûn dema ku dîtin çûye mala xwe ya li Nisêbînê Eyşe Oz qîza wê şehîd kirin.”
“Qîza wê ya biçûk a ku di hembêza wê de bû jî qetil kirin”
Şikriya Akyuza ku ew jî cîranê Fatma Oz bû di derbarê Eyşe Oz de wiha axivî: “Şehîd Eyşe pir fedakar û alîme bû.Zarokên xwe bi exlaqa Îslamê mezin kiribû.Wê rojê ji bona mala xwe paqij bike çûbû Nisêbînê.Li balê qîza wê jî hebû.Kesên PKKyî wê teqîb dikin û êvarî di ser mala wê de digirin.Pêşî ceyrana wê dibirin.Eyşeya ku ji rewşê haydar dibe hewl dide ku bireve.Wê û qîza wê ya di hembêza wê de şehîd dikin.Her du qîzên wê din mezin bûn, heta yek ji wan zewicî bû.Ew ji malê direvin û di tanûra mala cîranê xwe de xwe wedişerin û bi vî awayî xelas dibin. Naxwe ew ê wan jî şehîd kiribana. Malbateke pir paqij û fedakar bû. Em nêzî 20 salî bi hev dû re cîrantî kir, rojekî ji rojê Xwedê em ji wan aciz nebûn.Pîrekeke pir paqij bû. Li gundê me 6 kes şehîd bûn, em bi şehadeta wan bextewar in.Bes ku em Misliman in me şehîd dikin. Lê belê Xweda dê vê yekê li ba wan nehêle.”
Qetlîam û cinayetên ku di salên 90î de ji teref PKKê ve li gund û bajêrên Kurdistanê dihatin kirin nayên jibîrkirin. Gundiyên ku di salên 90î de li gundê Xanikêya Hezexê ji qetlîmên ku li gund ji teref PKKê ve hatibûn kirin re bûbûn şahid, zilmên ku li rasta wan hatibûn hêj tînin ziman.
Di xebera ku me berî vê xeberê weşand de me balan kişandibû li ser Eyşe Oza 65 salî û qîza wê ya 8 salî Fatman Oza ku ji teref PKKê ve bi hovane hatibûn qetilkirin.
Di salên 90an de çend Xanikêyî jî hebûn ku bûbûn hedefa berikên PKKê.Yek ji van Abdulxefûr Bal, Huseyîn Demîrel bû.
Huseyîn Demîrelê ku ji ber xebatên xwe yên Îslamî di salên 90an de ji teref PKKê ve çendîn caran hatiye tehdîdkirin di 19 Tîrmeha 1992an de di êrîşa PKKê de hat qetilkirin ku ew jî Xanikêyî bû. Hat ragihandin diya Huseyînî pir zêde dixwast lawê xwe bizewicîne, lê Huseyîn li ber vê daxwaza diya xwe her tim digot ku ‘Ez ê li cennetê bizewicim.”
Em di dosyaya şehîdên Xanikê de vêcarê jî heyata Huseyîn Demîrelî bidest dixin.Huseyîn Demîrelê ku di sala 1972an de hatibû dinyayê ji ber xebatên xwe yên Îslamî çendîn caran ji teref PKKê ve hatibû tehdîdkirin.Demîrelê ku her çiqas dihat tehdîdkirin bi heman awayî xebatên xwe yên Îslamî jî zêdetir kir.Demîrel bi van xebatên xwe yên Îslamî bû wesîle ku li gund heyata Îslamî bê jiyan.
Demîrel ku piştî demekê li Nisêbînê bi cî bû digel xebatên xwe yên Îslamî yên ku li vê derê kir jî di demeke kurt bû hedefa PKKê.Demîrelê ku bê navber ji teref PKKê ve dihat tehdîdkirin di 29 Tîrmeha 1992an de ji teref PKKê ve di êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin.
Di hevpeyvîna ku me berî niha bi ehlê Xanikê re kiribû de kesên ku ji qetlîam û wehşeta ku ji teref PKKyîan ve li gund hatibûn kirin de wisa axivîbûn:
“Ew ji ber ku hewl dida Îslamê bijî û bide jiyandin hat qetilkirin”
Mehmet Sîraç Talayhanê ku hevalê Huseyîn Demîrelî bû di derbarê hevalê xwe de diyar kir ew semîmî û mirovekî dirist bû.Talayhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir Demîrel piştî ku dawa Îslamê nas kir re hemû tiştê xwe di vê oxirê de feda kir.
Talayhan wan rojan bi vî awayî anî ziman : “Ez û şehîd Huseyîn wexteke dirêj li ba hev man.Em pev re diçûn mizgeftê.Ew dersa Qur’anê dida.Şehîd li gund herî zêde wextê xwe bi xortan re derbas dikir û bi derdê wan derdnak dibû.Ji ber vê yekê jî xort di demeke kurt de gelekî zêde jê hez kirin.Huseyîn heta ji destê wî dihat hewl dida Îslamê teblîx bike û bijî.Birayekî me gelekî mutewazî bû.Ew azeb bû.Di derbarê vê yekê de bûyereke pir xweş heye ku ez wê ji we re bînin ziman.Dê û bavê vî birayê me hebû.Diya wî zêrên xwe firotin û jê re got ‘lawê min ez te bizewicînim.”Şehîd Huseyîn jî li ber daxwaza diya xwe wiha got ‘Tu van zêrên xwe ji bona min nefiroşe, ez ê li cennetê bizewicim înşaallah.’Ev birayê me berî ku bimire mehekî digot ku ‘Ez tu tehmê ji lezzetên vê dinyayê nastînim.Înşaallah ez ê li cennetê bigihijim nîmetên xweştir.”Di dumahiyê de ew tiştê ku arzu dikir pêk hat û şehîd bû.Ew ji ber ku dixwast Îslamê bijî û bide jiyandin hat qetilkirin.”
“Pêşî heqaret li Îslamê kirin û dû re wî şehîd kirin”
Talayhanê ku roja şehîdiya Huseyînî anî ziman û wiha ragihand: “Ji bona karekî xwe çû Nisêbînê.Elbet kesên PKKyî wî teqîb dikirin.Pêşî li balê ji Îslamê re heqaret kirin û dû re wî şehîd kirin.Şehîd Huseyîn yekî wiha bû ku wextê xwe bi karên vala derbas nedikir.An kitêbek dixwand an bi Qur’anê hemhal dibû an jî nimêj dikir.Rebbê min şehadeta wî qebûl bike.”
Dema ku dîrok 14ê Berfanbera 1992an nîşan dida Abdulxefur Bal jî bû hedefa berikên PKKyiyan.Me heyata Abdulxefûr Balê ku di sûîqesta PKKyiyan de hat şehîdkirin ji naskirîyên wî guhdar kir.
“Dema ku min xebera şehadeta lawê xwe bihîst ewil tiştê ku min kir hemdkirin bû.”
Xaltiya Zeyneba ku diya Şehîd Abdulxefûr Bal e diyar kir lawê wê di oxira doza pêxemberî de şehîd bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xweda re ku me zarokên xwe bi edeb mezin kir.Rojekî ji tu kes nehat devê deriyê me û ne got zarokên we tiştekî wisa kirine.Berî vê 23 salan wî şehîd kirin.Elbet, dema ku wî şehîd kirin haya min jê nîn bû, lê min tiştinan hîs dikir.Wê şeveqê ez zû hişyar bûm , dilê min nerihet bû.Tu kes jî tiştek nedigot.Piştî çend seatan zilamê min hat malê û got ku Abdulxefûr şehîd kirine.Çawa ku ez pê hisiyam ewil min got ku hemd ji Xweda re .Dû re ji gund û gundên derdorê Misliman hatin mala me.Hemû kes pir li ber diket, tu zirara wî negihaştibû tu kesî.Dû re cenazeya wî anîn gund û defin kirin.Hemd ji Xweda re ku canê xwe di oxira dozeke batil de neda.Ew canê xwe di oxira doza pêxemberî ya ku daweya heq e de feda kir û şehîd bû.”
“ Bes sûcê wan dîndarî bû”
Hasan Balê ku birayê Şehîd Abdulxefûrî bû diyar kir zextên PKKê yên li ser gund ji mêj ve hebûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sûcê van însanan bes dîndarî bû.Ji ber ku wan serê xwe li ber PKKê netewandin û dev ji doza Îslamê bernadan rasta vê zilmê hatin.Bi rastî jî birayê min û hevalê wî di salên 90î de hatin şehîdkirin.Kekê min ê şehîd yekî hûrmetkâr, mert û dirist bû.Neheqiyê qet qebûl nedikir. Kêfa wî pir dihat ku ji însanan re alîkarî bike û bi îxtîyacên kesên êxtiyar jî eleqedar dibû.Her tim ji me re digot ku serê xwe li ber zilmê netewînin.Bi zarokan re dilîst.Xort gelekî jê hezdikirin.Rebbê min şehadeta wî qebûl bike.”
Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhanê ku berîya hilbijartinên 7ê Hezîranê li gundê Xanikêya Hezexê ji teref PKK/HDPyiyan ve bi çekên lûle dirêj hatibûn şehîdkirin ku ev bûyer zilmên ku di salên 90î de dihatin kirin û êşên dihatin kişandin cardin anî bîran.
Gundê Xanikê tenê gundek ji wan gundên ku PKK di salên 90î lê zilm û zordarî dikir e ku hêj gund wan rojên bi êş û elem ji bîr nekiriye.
Di xeberên ku me berî niha amade kiribû de me balan kişandi bû li ser şehadeta Ayşe Oza 65 salî û qîza wê ya 8 salî Fatman Oz û her wiha li ser Huseyîn Demîrel û Abdulxefûr Bal.Ev kesên ku me navê wan jimart weke ku me berî niha jî gotibû ji teref PKKê ve bi şikleke hovane hatibûn şehîdkirin.
Gundiyên ku ji qetlîamên PKKê yên ku tê de zarok û pîrek jî hatibûn qetilkirin re bûbûn şahid û wê zilma ku di salên 90î de li rasta wê hatibûn û jiyabûn hêj tînin ziman.
Hamza Talayhanê ku hêj ji biçûkayiya xwe ve bi şehîdên dawî re hevaltî dikir diyar kir ew ji şehadeta şehîdan re bûye şahid û ji me re derheqê heyata şehîdan de agahiyan parve kir ku Hemze Talayhan him pismanê Abdulcelîl û him jî xalê Muhammedî ye.Me heyata her du şehîdên ku di 29ê Gulana 2015an de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn şehîdkirin jê guhdar kir.
“Di wextê mektebê de rasta zilma PKKê hatin”
Talayhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku li gund mekteba navîn tune bû ew li YÎBOya li Hezexê xwendine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku em di malbateke dîndar de mezin bûn em hêj ji biçûkayiya xwe ve nimêja xwe dikir.Ji ber ku me li mektebê nimêj dikir kesên PKKyî tiştê nemayî anîn serê me.Nexasim PKKyiyên ku li lîseyê dixwandin li xewgehê her tim me nerihet dikirin. Û êrîşî me dikirin.Ji ber van êrîşan Şehîd Abdulcelîl du meh ji qedîna mekteban re mabû ku dev ji mektebê berda.Piştî zilma PKKyiyan mecbûr ma ku were Mêrdînê.Ez û digel her du şehîdan li Mêrdînê di heman mektebê de dest bi xwendina xwe kir. Hemd ji Xweda re ew her tim teqdîr werdigirtin.Me lîsê li Mêrdînê qedand.”
Hamza Talayhanê ku pismamê Abdulcelîlî bû di derbarê pismamê xwe de diyar kir wî Îbnî Qasim xwendibû û her wiha di warê Fiqih û Akaîdê de jî xwe pêşve xistibû.Dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehîd ji pola sêyemîn a dibistana destpêkê ve nimêj dikirin, ji bilî rojiyên ferz di rojên duşem û pênçşemê de jî rojiyên sinnet jî digirtin û nimêjên xwe digel cemaet li mizgeftê eda dikirin.”
“Bi helwesta xwe ya bi izzet cesaret dida me”
Hamza Talayhan di berdewama axavtina xwe de qala xebatên Îslamî û hewldanên Abdulcelîl Talayhan kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel me sohbetên birêkûpêk tertîb dikir.Ew qas xebatên xweşik dikir ku di neticeya wan xebatên Îslamî de gelek semere hatin berhevkirin.Nêzî nod kesî tevlî sohbetan dibû ku sala yekemîn a dibistana navîn bi vî awayî xelas bû.Pişt re ji mecbûrî temamê hevalan hîcret kirin.Her tim zext û zordarî hebû.Tema tiştek ji me re lazim dibû em nikaribûn biçin sûkê û wî tiştî temîn bikin.Wek mînak dema ku me dixwast em bên gund, ajokarên dolmîşan me siwar nedikirin.Ji ber vê yekê hêj mektebê re 2 meh mabû ku em mecbûr man ku dev ji mektebê berdin.Piştî vê yekê me berê xwe da Mêrdînê û me perwerdehiya xwe li wê derê domand.Li wê derê Şehîd Muhammed Şerîf jî tevlî me bû.Em tev de di heman malê de diman.Ji ber ku Şehîd Abdulcelîl ji me mezintir bû ji me re wek penagehekî bû.Şehîd Abdulcelîl li mektebê bi wê helwest û rawestina xwe ya bi izzet cesaret dida me.”
“Di warê edakirina nimêja şeveqê de gelekî hesas bûn”
Hamza Talayhanê ku di derheqê Abdulcelîl û M. Şerîf de agahiyan parve dikir diyar kir ew ji riyakariyê dûr bûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev însan Xwedê nas dikirin. Em jî şahid in ku ew nimêjên xwe her tim li mizgeftê eda dikirin.Bi gotineke din di warê edakirina nimêja şeveqê de nexasim pir hesas bûn.Heger ku pêwîst be em qala xebatên wan ên Îslamî bikin em dikarin bi vî awayî bibêjin.Wek mînak dema ku li mektebê zîl lê dida hema derdiketin derve û xebatên xwe yên Îslamî dimeşandin.Ez gelek caran ji vê yekê re bûme şahid.Şehîd Muhammed Şerîf piştî ku şîva me ji me re amade dikir re kitêbekê digirt û ji bona ku em wextê xwe bi karên vala neborînin dest bi sohbetê dikir.”
“Mal û canê xwe ji dawaya xwe re feda kirin”
Talayhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK ji Mehmet Şerîf û Abdulcelîl gelekî aciz bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vê sebebê ev her du şehîd hatin hedef girtin.Şehîd mal û canê xwe di oxira vê dawayê de feda kirin.Rebbê min şehadeta wan qebûl bike.Ji ber ku ew qas dirist bûn ku hemû kes xweziya xwe li wan dianî.Rebbê min me ji rêya wan veneqetîne.Rebbê min, me jî naîlê şefaata wan bike.”
Di bergeha guhdarkirina dosyaya şehîdên Xanikê de me guhdarkirina xwe bi gotinên Asîye Talayhana ku xanima Abdulcelîlî ye, Adîle Talahana ku diya Abdulcelîlî ye û bi gotinên Mehmet Şerîf Demîrê biraziyê Abdulcelîlî ye domand.
Asîye Talayhan dema ku qala zilamê xwe kir bi şikleke kelegirî wiha axivî: “Hemd ji Xweda re ku em di rêya Wî û Resûlê Wî de ne.Serê me bilind e “
“Eniya me bilind û rûyê em spî ye”
Asîye Talayhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir zilamê wê him ji zarokên xwe re him ji malbata xwe re û him jî ji gundiyên xwe re gelekî baş bû wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zilamê min terbiyeke xweşik da zarokên xwe. Ez heqê jê re helal dikim.Rebbê min bi wesîleya xwîna şehîdan vî xelkî şiyar bike û zaliman jî qehr û perîşan bike. Hemd ji Xweda re ku em di rêya Wî û Resûlê Wî de ne. Eniya me bilind û rûyê em spî ye.”
“Ji 7 saliya xwe ve di nava doza Îslamî de bû”
Dê Adîle Talayhan jî di derbarê lawê xwe de diyar kir ew însanekî fedakar bû wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zirara wî ji tu kesî re wî tune bû.Ez diya şehîdan im.Xweda vê mertebê ji teref me ve qebûl bike.Em di rê ya doza wî de ne.Lawê min hêj ji biçûkayiya xwe ve di nava doza Îslamî de bû. Li dijî dê û bavê xwe gelekî bi şefqat bû û li dijî zarokên xwe jî bi merhemet bû.Zalim tahûmmulî wî nekirin û wî şehîd kirin.Hemd ji Xweda re ku min ezîzê xwe di rêya Xweda de qurban da.Rebbê min şehadeta wî qebûl bike û heqê me jî ji zaliman bistîne.”
“Çiya û kevir ji vê qetlîamê re şahid in”
Mehmet Şerîf Demîr jî di derbarê birazî û xalê xwe de diyar kir ev qetlîama ku li Xanikê hatiye kirin ne qetlîama ewil e û wiha pê de çû: “PKK di salên 90î de Abdulxefûr û Huseyîn şehîd kiribû.Gundê me hêj ji mêj ve ji qetlîam û zextên ku PKK kirine re şahid e.Ji ber ku gundê me gundekî mutedeyyîn e her tim marûzî zext û zordariya PKKê bûye.Ji ber vê yekê van însanên xweşik û bedew qetil kirin.Şehîd Abdulcelîl û Mehmet Şerîf hêj ji biçûkayiya xwe ve di nava vê dozê de ne û însaninan wiha bûn ku di camiyê de mezin bûn.Dersa Qur’anê standine û dane însanan.Ew ditirsiyan ku zirarê bidin mîroyekî .Lê bi xaîntî û bêbextî hatin şehîdkirin.PKK li ser vî xelkî lîstikan dileyze. Ji ber vê yekê pêwîst e xelk hişyar bibe.Li dûv her duyan jî malbatên çavbigirî man.Yek ji wan 5 zarokê wî yê din jî 4 zarokê wî hebûn. Van zarokan êtîm hiştin, her du malbatan bê sermiyan hiştin. Dê û bavê êxtîyar ê Abdulcelîl hene.Bi heman awayî yên Mehmet Şerîfî jî… Divê demildest şiyar bibin û ya heqiyê bibînin.Xweda Teala şehadeta her duyan jî qebûl bike.”
Ew ê berdewam bike...(ÎLKHA)