Hat ragihandin li Hezoya navçeya Êlihê xortek dema ku ji xwe re dilîst bi ceyranê ve ma. Xortê ku bi ceyranê ve canê xwe ji dest da.
Bûyer doh derdora seat 4ên danê esrê li gundikê bi navê Dîkbayira girêdayê gundê Arikana Hezoyê ye pêk hat. Xortê bi navê Kerem Konukê 15 salî dema ku li dora çala neftê ji xwe re dilîst bi ceyranê ve ma.
Gundîyên ku Keremî dîtin xeber dan ekîbên tenduristîyê. Keremê ku bi ceyranê ve ma hat ragihandin û digel temamê midaxeleyan canê xwe ji dest da.
ÎLKHA