Xwendekar ji bo Pêxemberê xwe meşîyan

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê xwendekarên mektebekê“Meşa Tu Bi Xêr Hatî Ya Resûlullah” tertîp kirin.

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê xwendekarên mekteba Dibistana  Navîn a Îmam Xatîbê ya Mehmet Akîf Ersoyê di bergeha bernameyên Mewlida Nebî de meşa “Meşa Tu Bi Xêr Hatî Ya Resûlullah” tertîp kirin.150 di meşa ku hat lidarxistin de cihê xwe girtin û afîşên ku  nav û hedîsên Pêxemberê me lê hatibûn nivîsandin veguhastin.

video

Meşa ku hat lidarxistin  ji ber mektebê dest pê kir û heta Qada Cumhurîyetê berdewam kir. Di dema meşê de bi zimanên Erebî, Tirkî û Kurdî(Kurmancî-Soranî-Zazakî) hatin bidengkirin.

Her wisa di dema meşê de loqim û gulav ji dikandarên derdorê re û ji kesên ku ji ber wan re derbas dibûn re hat îkramkirin. Welatîyan eleqeyeke mezin nîşanî meşa ku ji teref xwendekaran ve ji bo Pêxemberê me hat lidarxistin dan.

Abdussemed Tayfunê Midûrê mektebê di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, îro ev êş û elema ku tê kişandin cardin nîşan dide ku ka însanetî çi qas mixtacî bi Hz. Muhammed in.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Diyarbekirê operasyona sextekarî û behîsê: 11 kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê qezayeke wek qetlîamê: 3 mirî, 7 birîndar
Li Sûrîyeyê pevçûna di navbera rejim û muxalifan de dijwar bûn
Ji meteorolojiyê hişyariya qeşa û cemedê
Li Nisêbînê tankera nefta xam barkirî wergeriya: 1 birîndar