Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû di kongreyê de axivî û bal kişand ser qatlîamên li ser Xezzeyê û weha axivî:
“Siyonistên îşxalker hemû welatên rojava û bi Emrîqa, Îngîlistan, Fransa û bi Elmanyayê dest bi êrîşan kirin. Ev êrîşek wisa ye ku ji esman agir dibare, ev bû 74 roj e li Xezzeyê mirin dibare û li gor beyanên komên berxwedanê hezar û 667 qetlîam pêk hatin. Digel vanan welatên rojavaya ku îşxalkeran destek dikin di rewşa xwe de tu guhertin pêk neanîn. Gotin heqê îsraîlê heye ku xwe biparêze. Feqet bi rastî tiştê ku tê kirin ne parastine, ew raste rast qatlîame.”
Yapicioglû qetlîama li Xezzeyê pêk tê ji bingeha Neteweyên Yekbûyî re bertek nîşan da.
“Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî ji adaletê dûre, tenê bi vetokirina endamekî qerar nayê derketin, ev sîstem nikare ji dinyayê re aşîtî, adalet û aramiyê bîne. Her kesî vê yekê dît. Tofana Eqsayê vê yekê rê me da.”
Yapicioglû di berdewama axaftina xwe de weha dest nîşan kir.
“Di nav 2 milyar alema Îslamê de ewqas hêz, ewqas serwet, ewqas potansiyela însanan heye ma em hêj ji hinek zalimên din hêvîdar bibin? Ji bo bi mustekbîran re mucadele bê kirin hewceye yekîtî û yekîtiya hêzê bê kirin. Lê ne bi gotinan, ne bi sloganan, bi cehd û xeyretê, bi îxlas û sebir, bi metanet, îlîm, îrfan, îman û bi hîkmetê bê kirin.”
“Divê berdêl nê parvekirin”
Yapicioglu destnîşam kir, berdêla di ber azadîya Mescîdî Eqsayê de ew ê bê dayîn divê di nav her cûreyên ummetê de bê parkirin û dûre weha got:
“Belê ew kesên ku dibêjin Mecîdî Eqsa Qibleya me ya 1emînE – ku em dibêjin- wê demê ew kesên ku vê peyvê dikin divê berdêla di vê oxirê de li ummetê par bikIN û her kes jî tiştên ji parawan re dikevin bikin. Emê hetanî dawîyê li doza Qudsê û Mescîdî Eqsayê xwedî derkevin. Emê hetanî dawîyê li hember zilm û zordaran bisekinin û dengê xwe bilind bikin. Înşaallah emê fiîlî jî têkevin nav tevgerê û tiştên ku divê em bikin emê bikin.”
Yapicioglû bal kişand ser wan kesên ku ji Tirkîyeyê midaxilî vê komkujîyê bûne û welatîyên hevparin got ku di heqê wan de jî divê serastkirin bên kirin
“Li Tirkîyeyê ji bo welatek din berhev kirina leşkeran û ji bo welatek din xwe nivîsandina ji leşkerîyê re sûce. Heger ew kesên ku welatîyên hevparin çûbin li welatek din mudaxilî sûcên herbê bûbin heger di nav komkujîyê de cîh girtibin yanî li dijî însanîyetê sûc kiribin divê di heqê wan de jî hinek serastkirin bên kirin.”
Yapicioglu dûre weha îfade kir:
“Em çi bikin? Ya ewil, em welatîbûna wan bi dawî bikin yanî wan ji welatîbûnê bavêjin. Heger di nav wê artêşa ku sûcê komkujîyê kirîye de cîh girtibe em wan ji welatîbûnê bavêjin. Em hinek tiştên din jî bikin. Ji bona hesabê wan sûcên ku kirine bidin em ban wan bikin dema ku nehatin jî em dest deynin ser mal û milkên wan. Van mal û milkên ku hatine girtin jî têxin nav fona nû ya malbatê. Em tiştek din jî bikin. Li Tirkîyeyê cezaya sûcê komkujîyê hepsa muebbete. Ew kesên ku van sûcan kirine em bi wan re bi vî şeklî muamele bikin. Înşallah em di nav vê heftîya pêşîya me de emê vê pêşnûme ya qanûnê bi meclîsê re parve bikin.” (ÎLKHA)